Meclîsa Sûriya Demokratîk

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê bi girseyeke jinên Reqayê re dicive

Îro Yekşemê, Meclisa Sûriya Demokratîk civîneke femînîstî ji bo gotûbêjkirina girîngtirîn pêşhat û gefên Tirkiyê, bi amadebûna Îlham Ehmed, seroka desteya rêveber, bi amadebûneke berfireh ji çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û rêveberên femînîst bi hevkariya Kombûna Jinan a Zenobiya li bajarê Reqayê li qiraxa çemê Firatê lidar xist.

Civîn bi axaftina seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed dest pê kir û behsa qeyranên cîhanî û bandorên wan li ser civakan û aloziya rewşê kir, ji ber wê jî Seroka Desteya Rêveber hişyarî da civaka navdewletî li hember wê Daxuyaniyên Tirkiyê yên ji aliyê serokê rejima Tirkiyê Erdogan ve û hewldanên wî yên hêrîşê li Sûriyê.

Wê got, “Her êrîşeke Tirkî li ser herêmên me dê ewlekariya navdewletî bixe xeterê”, ji ber ku dûrahiya ku ji 30 km li ser axa Sûriyê dirêj dibe, zindanên endamên DAIŞ û kampên malbatên wan dihewîne, ku tê wateya vejîna herî bihêztirîn rêxistinên terorîst li cîhanê.

Derbarê tişta ku dewleta Tirk weke herêma ewle bi nav dike û daxwaza wê ya dagirkirina wê, bidestxistina destkeftan li ser hesabê gelê Sûriyê, ferzkirina rewşeke nû û pêvajoya guhertina demografîk, Ehmed got, ” Tirkiyê hebûna gelê Sûriyê armanc dike li herêmên wan û bi darê zorê wan koçber dike ji bo bicihkirina komên biyanî û komên terorîst.”

Ehmed herwiha got, “Em piştgiriya pêkanîna proseyeke siyasî ji bo vegera ewle ya hemû Sûriyê bo cihên wan dikin û li dijî guhertina demografîk û niştecihbûnê ne.”

Ehmed herwiha bal kişand ser hewldanên MSD, QSD, Rêveberiya Xweser û hewldanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê û redkirina tevahiya civaka navdewletî li hember van gefan û got: “Gava yekem a rûbirûbûna gefên Tirkiyê, hewldanên dîplomatîk e û li ser erdê em li li hêz û alternatîfan digerin û mekanîzmayên çalakiya hevpar peyda dikin.”

Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di rizgarkirina civakê de, parastina zarokan û avakirina Sûriyeyeke nû û wiha got: “Jinên di herêmên Rêveberiya Xweser de derfeteke mezin ji bo bilindkirina hişmendî, azadî û bidestxistina mafên xwe vekiriye, ku asta hişmendiya jinan pîvana bingehîn a avakirina civakan e” tevî dijwarî û tehrîbatên ku dijminên projeya nenavendî ya demokratîk dikin.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.