Meclîsa Sûriya Demokratîk

Heleb.. Partî û pêkhateyên siyasî li ser têgeha “nenavendîbûnê” gotûbêj dikin

Li ser vexwendina Meclisa Sûriyeya Demokratîk; Îro pênşemî 16ê Hizêranê, hejmarek ji partiyên siyasî û kesayetiyên balkêş bi karûbarên giştî re civiyan; Di semînereke diyalogê de ji bo gotûbêjkirina têgeha “nenavendî, pêwîstî û modelên wê”, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Di sempozyûmê de koka dîrokî ya “nenavendîbûnê” li Sûriyê û avakirina dewleta Sûriyê hate gotûbêjkirin û endama Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk Fatima El-Hisêno bal kişand ser wê yekê ku nenavendî li Sûriyê û sîstema rêveberiyê hebû û rehên pêşî yên nenavendîbûnê vedigere qonaxa damezrandina padîşahiya Sûriyê û pesendkirina destûra yekem a welat, ku di dema destûra Feysel de dihat zanîn.

El-Hisêno di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têgeha nenavendîbûnê, pêwîstî û modelên wê yên di warê (nemerkezîbûna îdarî, siyasî û demokratîk) de Û wê berdewam kir, “Rêvebiriya Xweser pêkhatineke îdarî ye ji têgeha nenavendî ya dîmoqratîk, û xwe di nava mîkanîzm û hêzan de weke beşek ji sîstema giştî ya îdarî ya Sûriyê birêxistin dike.”

Di encamnameyê de, El-Hisêno tekez kir ku “veguhertina sîstemeke nenavendî taybetmendiya demokrasiyê heye û pêwîstî bi hewlên mezin heye ku tê de asta çanda siyasî kûrtir bibe, û pêwîstî bi adaptekirina bernameyên perwerdeyî, çandî û ragihandinê ji bo sazkirina têgeha hemwelatiya demokratîk ku bandorê li hemû qadên jiyanê bike, çawaniya beşdarbûn û temsîliyeta siyasî.”

Beşdarên ji partiyan û kesayetiyên mafên mirovan û siyasî di wê baweriyê de bûn ku rewşa Sûriyê pêwîstî bi wê yekê heye ku Sûriyê li ser şêwaza rêveberiya pêşerojê ya piştî têkçûna sîstema navendî gotûbêj bike.

Bi tevlîbûnên xwe, wan amaje bi têgeha nenavendî kirin û tekez kirin ku nenavendîbûn pêdiviyeke lezgîn e li Sûriyê, ku pêwîstiya wê bi yekkirina zimanê diyalogê û piştgiriya proseya nenavendî heye, da ku beşdariya hemû pêkhate û aliyên Sûriyê di avakirin, pêşketin û aramiyê de zêde bike.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.