Meclîsa Sûriya Demokratîk

Çalakiyên civakî yên li Şehbayê banga yekitiyê li hemberî daxwazên dewleta Tirk dikin

Çalakiyên civakî yên li herêmên Şehbayê li gundewarên Helebê banga yekitiya helwestan kirin ji bo ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê, di komxebateke diyalogê de Îro li navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê ji aliyê Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve hat organîzekirin.

Di Komxebatê de dirûşma “Bi yekitî û berxwedana xwe em planên dagirkeriya Tirk têk dibin” hate rakirin. Komxebat bi gotina endam buroya têkiliyan Bêrîvan Elî destpêkir, wê balkişand ser metirsiya palana Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê bi dagirkeriya berdewam ji axa Sûriyê.

Û amaje bi wê yekê jî kir ku navçeyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, dibin hêlînên teror û tundrewan, serkirdeyên girûpên têrorîst dikişin ser xwe û dibin hêlekê bo êrişkirina ser deverên rizgarkirî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk.

Elî bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku, bi taybet êl û kesayetên netewî li dijî hewldanên Tirkiyê û çeteyên wê bibin yek.

Beşdaran jî ji eşîr û ûnerên civakê daxwaza pabendiya bi nasnameya niştimanî û tekezî li ser yekrêziya ax û gelê Sûriyê li hember gefên Tirkiyê ku armanca wan ew e ku bi rêya nûavakirina demografî ya herêmê di nava tevna Sûriyê de çêbike.

Wan daxwaza pêwîstiya yekrêziya pêkhateyan kirin li hember pirojeyên dabeşkirin û serweriyê, û têkçûna plan û gefên Tirkiyê li ser herêmê ji bo dagîrkirina zêdetir ji axa Sûriyê bi behaneya parastina ewlehiya wê ya netewî, û eşkerekirina siyaseta Dewleta Tirk li pêşberî raya giştî, xurtkirina hevgirtina niştîmanî.

Di encamnameyê de beşdaran bang li hêzên navdewletî, civaka navdewletî, welatên erebî, Encûmena Hevkariya Kendavê û Netewên Yekbûyî kirin ku bi cidî li hember gefên Tirkiyê, bi erkên xwe rabin û helwestên cidî diyar bikin ji bo rizgarkirina hêviyên Sûriyê yên mayî di çareseriyeke aştiyane de ku êşên wan bi dawî bike.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.