Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Civîna çalakiyên siyasî yên jinan ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî û gefên Tirkiyê li bajarê Qamişlo li rojhilatê welat, birêxistin kir.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer di destpêka axaftina xwe de behsa pêşhatên li herêmê bi taybet gefên berdewam ên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê kir.
Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide krîzên xwe yên navxweyî derxîne derve, serketinên sexte bi dest bixe û di pêşbirka hilbijartinê ya sala bê de bi kar bîne.
Wê amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi hêzên navdewletî re di asta herî bilind de di peywendiya berdewam de ne, ji bo rêgirtina li êrişên Tirkiyê û neçarkirina wê ku pabendî peymanên îmzekirî bibe û got ku hemû alî redkirina xwe li hember her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê ku ewlehiya herêmê têkbibe, nîşan dane û hewl tê dayîn ku bi awayekî dîplomatîk vê operasiyonê rawestînin.
Di dawiya axaftina xwe de hevseroka MSD got ku her êrîşeke Tirkiyê dê bi berxwedanê re rû bi rû bimîne û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê erka rewa ya parastina herêma ku berê ji destê terorê rizgar kirine, pêk bînin û her êrîşek dê bibe sedema encamên karesatbar li ser herêmê, di asta mirovahî û ewlehiyê de.
Ji aliyê xwe ve, seroka Partiya Nûjen û Demokrasiyê bo Sûriyê Heyfa Mehmûd got ku rêjîma Tirkiyê hewl dide ezmûna Lîwaya Iskenderûn bi berdewamiya dagirkirina axa Sûriyê dubare bike û armancên wê li ser Sûriyê nesekinin, lê belê ji bo vegerandina rûmeta bav û kalên xwe yên Osmanî hewl dide ku “Hevpeyman Mallî” bi cih bîne.
Di dawiya civînê de li ser nivîsandina nameyên bangewaziyê bi gelek zimanan û şandina wan ji welat û rêxistinên navneteweyî re, ji bo pêşîgirtina li Tirkiyeyê û parastina ewlehî û aramiya herêmên ku DAIŞ têk birin, li hev kirin û semînerên diyalogê bi aktîv û çalakvanên jin re hatin lidarxistin li hundir û derve û avakirina raya giştî ya Sûriyê ji bo rûbirûbûna metirsiyên li ser yekîtiya welat.