Meclîsa Sûriya Demokratîk

El-Reqa .. “MSD” semînerek diyalogê bi rêvebirên saziyan re li dar dixe

Îro Sêşemê 14ê Hizêranê, Meclisa Sûriya Demokratîk bi amadebûna rêveber û endamên Şaredariya Gel a Reqayê, semînareke diyalogê ji bo gotûbêjkirina gef û êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser û bandora wan li ser rêya çareseriya siyasî li navenda Meclisê li bajarê Reqayê lidar xist.

Di sempozyûmê de li ser geşedanên dawîn ên siyasî yên li qada navneteweyî û herêmî û gotûbêjkirina gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser Sûriyê dest pê kir, endamê Meclisa Serokatiyê Elî Rahmûn axivî û got, “Tirkiye ji destpêkê ve di mijara Sûriyê de destwerdan kiriye, bi propaganda û argumanên curbecur, lê ya rast ew e ku bigihîje armancên xwe yên berfirehkirina Osmaniyan û Heleb û Mûsilê wek wîlayetên Osmanî bihesibîne.”

Têkildarî nêzîkatiya dewleta Tirk a ji dema dagirkirina Lîwayê Skenderonê û qutkirina xeta sînor a bi firehiya 5 km di sala 1989’an de di kûrahiya axa Sûriyeyê de, Rehmûn got, “Tirkiye piştgiriyê dide komên îslamî yên cîhadîst û polîtîkaya guhertina demografîk dimeşîne, li herêmên dagirkirî wê bi dawî nebe eger gelê Sûriyê ji hemû mezheban li dijî wê nesekinin û dagirkeriyê red nekin”.

Ji aliyê xwe ve, rêvebera ofîsa jinan di Meclisa Sûriya Demokratîk de Zebiya El-Nasir di xala duyem ya sempozyûm de li ser rola Meclisa Sûriya Demokratîk di peydakirina hevsengiyê di navbera hêzên navdewletî yên çalak de ji bo pûçkirina van êrîş û gefên ku niha li Sûriyê tê eşkerekirin.

Wê got, “Piştî 11 salan ji tevgera şoreşgerî, em şahidê danûstandinên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li ser xaka Sûriyê ne, û tenê Meclisa Sûriyeya Demokratîk weke hêzên siyasî li ser erdê heye ku li daxwazên gelê Sûriyê digerin.” Nasir her wiha got, “Ji bo bidestxistina azadî, edaleta civakî, wekhevî, ewlekarî û aramiyê divê em hemû bibin yek.”

Di heman demê de beşdaran tekezî li ser yekrêziya rêzên Sûriyê li hember metirsiyên derve û derewên Tirkiyê yên derbarê herêma ewle û parastina sînoran kirin, û tekez kirin ku projeya rêveberiya xweser alternatîfa rasteqîne ji dîktatorî û stemkariyê ye.

Di dawiyê de, amadebûyan xebatên Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û nêrîna wê ya ji bo nêzîkkirina nêrînan, derbaskirina astengan û diyaloga avaker bilind nirxandin û daxwaz kirin ku civînên bi vî rengî zêdetir bên lidarxistin.

Follow Me