Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan careke din gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê xwar û ragihand ku armanca wê avakirina “herêmeke ewle” ye û weke her car parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê û vegera penaberên Sûriyê bi nav kir, di Gulanê de, niyeta xwe ya vegerandina milyonek penaberên ji Tirkiyê bo bakurê Sûriyê ragihand.

Em tekez dikin ku gefa Tirkiyê serweriya Sûriyê dike armanc û xaka Sûriyê ji bo zêdetir dagîrkeriyê derdixe holê û gefê li pêkhateya civakî ya Sûriyê dixwe, bi baweriya me hewlên bicihkirina sûriyan li navçeyên ku ne yên wan in piştî koçberkirina niştecihên resen yên bakur armanc dike guhertina demografî li dijî neteweya Kurd pêk bîne.

Ev yek berevajiyê biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê vegera penaberan de ye û sûcê mirovahiyê ye, nemaze ku 30 km ku Serokomarê Tirkiyê behsa wê dike, herêmeke pir pêkhatî ya Kurd, Suryan, Êzidî, Ermenî û Ereban e. Ew devera ku zindanên DAIŞê û malbatên wan tê de hene.
Her wiha em tekez dikin ku Tirkiye pişta xwe dispêre komên Sûriyê yên girêdayî xwe, li herêmên ku dagir kiriye, weke Idlib, Efrîn, Til Ebyed, El-Bab û Serê kaniyê, ti modelên ewle bi dest nexistine.

Eşkere bû ku Partiya Dad û Geşepêdanê dixwaze bi armanca avakirina mîrniyekî cîhadî ku tundrew û serkirdeyên wan wek Ebûbekir Bexdadî û Ebdullah Qerdeş ku li nêzîkî nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê hatibûn kuştin, hembêz bike, ev yek dihêle xeta bakur bibe hembêzek ji her kesê bala wan hemû xeyalên vegera xîlafeta îslamî dikişîne, bi taybetî eger em li ber çavan bigirin ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî ji ber metirsiya vegerandina rêxistina terorîst a DAIŞê û şaneyên wê rêxistinê ye, bi awayekî çalak di vê deverê de çalak in, û tenê çend meh derbas bûn ku rêxistinê di meha Çile ya borî de hewl da ku dest dîne ser zindana Xiwêran li Hesekê bi armanca azadkirina girtiyên rêxistinê yên ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, ji bo rizgarkirina malbatên Rêxistinê li kampa Holê, ku nêzîkî şêst hezarî tê de ye, û kontrolkirina devereke erdnîgarî dîsa alîgirên xwe dikişîne.

Gefên Tirkiyê yên operasyona leşkerî metirsiyeke rasteqîne li ser paşeroja herêmê û aştî û asayîşa navçeyî û navdewletî çêdike û hemû hewl û qurbanîdanan ji bo şerê li dijî terorîstan pûç dike, herwiha metirsiyeke rasteqîne li ser şekl û paşeroja çareseriya siyasî li Sûriyê, û armanca wê xurtkirina pêgeha jeopolîtîk ya tundrew û terorîstan di bin navê opozisyonê de ye, ku dê pêgehên wan di paşerojê de li ser niştecihên plankirî li Sûriyê bihêztir bike.

Em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de her kiryareke leşkerî ya muhtemel red dikin û şermezar dikin, û em tekez dikin ku Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê kar dike ji bo têkdana rêgeza agirbestê li Sûriyê û armanc dike ku rê li ber hewldanên navdewletî bigire ji bo piştgiriya aramiyê.
Her wiha em di wê baweriyê de ne ku welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de berpirsyariya sereke digirin ser milê xwe û şiyana wan heye ku rê li destwerdana Tirkiyê bigrin, ku dê bibe sedema karesatên mirovî li navçeyê ku ji aliyê siyasî, ewlekarî û aborî ve rastî zehmetî û kêşeyan tê û ev yek wê kêmneteweyan û olan bixe metirsiya koçberkirin û qirkirinê û di serî de êzdî, xirstiyan û kurd.

Her wiha em bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dikin ku bi cidî li hember gefên Tirkiyê tevbigerin, bilez destwerdanê bikin û helwestên bihêz û wêrek diyar bikin ji bo rizgarkirina hêviyên Sûriyê yên mayî ji bo çareseriya siyasî, û bang li gelê Sûriyê û nûnerên wê dikin ji hemû aliyan ku helwest û berpirsyariya Niştimanî bigirin dinser her tiştî de, û diyaloga niştîmanî weke bingeha çareserkirina aliyên cuda yên kirîza Sûriyê.

26’ê Gulanê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.