Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Civîna Hevbeş ya fermandariyên MSD, QSD û Rêveberiya Xweser

Di 11ê Hizêrana 2022’an de bi amadebûna Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Serkirdayetiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, her sê serkirdeyan civîneke hevpar a awarte lidarxistin bi armanca nirxandina rewşê û gotûbêjkirina geşedanên li herêmê, gefên Tirkiyê yên vê dawiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwestên hêzên navneteweyî û rêyên rûbirûbûna van gefan.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pak yê şehîdan dest pê kir û piştre Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi berfirehî der barê rewşa navneteweyî ya derbarê şer û êrîşên dewleta Tirk de agahî da, ku di heyama dawî de herêmên Til Temr, Zirgan, Minbic, Kobanî û Şehba kiribûn hedef û Fermandariya Giştî ya QSD’ê rewşa dawî ya navneteweyî û bandora wan û hewldanên bê rawestan ên dewleta Tirk a ji bo veberhênana nakokiyan eşkere kir, herwiha fermandariya QSD amadebûna xwe ya tam piştrast kir, û hemû tedbîrên meydanî ji bo bihêzkirina karînên berxwedana demdirêj standin.

Amadebûyan tekez kirin ku her operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve bi hemû şêweyên wê tê şermezarkirin, û armanca wê qirkirin û dagîrkirina deverên din ji axa Sûriyê ye û dê bibe sedema karesateke mirovî ya din, ji ber ku mijûlbûna QSD’ê bi eniyek leşkerî li gel Tirkiyê li bakur tê wateya vekirina rê li pêşiya rêxistina terorîst ji bo aktîvkirina şaneyên xwe û xeterekirina ewlehiya navdewletî careke din, û destwerdana Tirkiyê dê herêmê ji nû ve vegerîne qadeke balkêş ji bo pêkhateyên cuda yên tundrew, ji bilî wê yekê ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê dê bandoreke wêranker li ser rewşê bike û dê bibe sedema karesateke rast û pêleke mezin ji koçberiyê di nav sivîlan de, û dê rewşa giştî ya mirovî li herêmê aloztir bike, û dê hemû hewlan, û înîsiyatîfên ku bi mebesta gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryar û referansên Neteweyên Yekbûyî yên têkildar rawestîne.

Herwiha di civînê de tekezî li ser giringiya hewlên dîplomatîk û aramiya pêgehên navdewletî ji bo rêgirtina li destwerdana zêdetir a Tirkiyê û nehêlana windakirina derfetên aştiyê û bihêzkirina aramiyê li navçeyên rizgarkirî ji DAIŞê hat kirin. Tirkiye hewl dide ziyanên xwe yên dîplomatîk û giştî û krîza aborî li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê telafî bike, her wiha bang li her kesî kir ku li hemberî daxwazên dewleta Tirk serî netewînin, ji bo wan razî bike ku kampanya dê sînordar û demkurt be, ji ber ku dizanin ku hemî kampanyayên berê kêm bûn, lê bû sedema koçberiya bi milyonan ji nişteciyên deverê.

Beşdaran bal kişandin ser girîngiya rola kurên pêkhateyên civakî, endamên eşîran, hêz û aliyên siyasî yên cuda ku bi cesaret li hember şert û mercên dijwar ên li herêmê rû bi rû mane û li ser mafê xwe ne. Li welatê xwe bi rûmet bijîn û nexwestin bibin alav û hincet di destê dagirkeriyê de, û bang li gel û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li hember projeyên ku ewlekarî û siberoja wan dike hedef, bibin yek û rawestin, wan destnîşan kirin ku faktora sereke ya têkbirina van planan îradeya girseyê ye ku bi tenê dikare dagirkeriyê û projeyên wê têk bibe.

Amadebûyan gefên Tirkiyê weke metirsiyeke mezin nirxand ku divê hemû hêzên Sûriyê û gelê Sûriyê, di nav de artêşa Sûriyê, hevkariyê bikin, da ku di rûbirûbûna wan de bi yekdengî rawestin, bi taybetî ku armanca wan di eslê xwe de yekîtiya Sûriyê ye û xistina nirxên Sûriyê, jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê wê de.

Di encamnameyê de, amadebûyan bang li hemû hêzên niştimanî yên demokratîk li Sûriyê kirin ku helwestên xwe derbarê redkirina dagirkeriya Tirkiyê de diyar bikin, û bang li Komkara Erebî û Encumena Hevkariya Kendavê hat kirin ku piştgiriyê bidin gelê Sûriyê di şerê li dijî terorê de û redkirina dagirkeriya Tirkiyê, welatê wan wek projeyekê ku armanc jê perçekirina beşên Sûriyê û parçekirina xelkê wê û veguhertina bakurê wê bibe platformeke girêdayî Tirkiyê ku bi rêya wê tehdîd dike ewlehî û îstiqrara li seranserê herêmê, her wiha bang li saziyên navneteweyî û mafên mirovan kirin ku siyasetên Tirkiyê û binpêkirinên wê yên ji yasa, peyman û hevpeymanên navneteweyî, di nav de koçkirina bi darê zorê, niştecihkirin û dagîrkirina wêranker, bişopînin û ji bo helwestên cidî û pratîkî kar bikin. Li ser van kiryaran jî em tekez dikin ku pêwîste hêz û dezgehên civakî û sivîl bi roleke girîng rabin û di navbera van aliyan de hevgirtineke xurt hebe.

12 Hizêranê 2022

Meclisa Sûriya Demokratîk
Hêzên Sûriya Demokratîk
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Add comment