Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya têkildarî komkujiya Taxa El-Tedamun

Şerê Sûriyê; Sûriyan dixe nav tûneleke tarî ya tundûtûjiyê ku cîhan di sedsalê niha de şahidê wê nebûye, lewra gelê Sûriyê bûne qurbaniyên şerê li ser desthilatdariyê, hevbendiyên tîreyî û mezhebî û pêkanîna ejindeyên derve Ji raya giştî re ji bo komkujiya taxa El-Tedamun, ya ku cîhan hejand ji ber xerabiya sûcê xwînsar ku li dijî 41 sivîlên çavên girtî bi guleyan hatin gulebaran kirin û laşên wan hatin şewitandin di dîmeneke hovane de.

Ev dîmen bi dehan komkujiyên tîne bîra me yên ku li dijî gelê Sûriyê û ji aliyê aliyên cihê yên şer ve hatine kirin, ku heta niha nehatine cezakirin, weke komkujiya rêya M4, ku tê de siyasetmedar û aştîxwaz, Hevrîn Xelef bi ajokar û hevalên xwe re, bi xwînsarî û hovane hatin tasfiyekirin. Û her wiha tawana li ser termê Barîn Kobanî û perçekirina wê li ber kamerayan. Tiştê ku van tawanan digihîne hev, şiyana tawanbarên tawanê ye ku bi wêrekî û bawerî li kamerayan dinêrin, mîna ku ew ji cezakirinê natirsin, ji ber ku yên ku wan diparêzin hene û wan dihêlin ku van komkujiyan pêk bînin.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, xemgîniya xwe ji tundiya dîmenên ku ji komkujiya taxa Tedamun hatine weşandin diyar dikin, û em daxwaz dikin ku kesên beşdar bûne bên cezakirin û dadgehîkirin, û em jî daxwaza avakirina komîteyên lêkolînê ji bo tawanên ku li Sûriyê hatine kirin li zindanan û paş deriyên girtî ne, divê hemû kesên ku di van sûcan de cih girtine bên darizandin.

Em tekez dikin ku eger sûcdarên şer neyên cezakirin, bi ravekirina çarenûsa windayan û girtiyan çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk nayê. Ne pêkan e ku welatek li ser bingeha hemwelatîbûna rasteqîn were avakirin û nasnameya sûrî ji bo me hemûyan nasnameya giştî û serekî be, eger ti tawan neyê şermezarkirin, nemaze yên ku ji mebestên mezhebî, neteweyî û olî derdikevin.

Em daxwaza sebir û aramiyê ji malbatên qurbaniyan re dikin ku bi rêya vîdyoya belavbûyî agehdarî çarenivîsa wendayên xwe bûne û ji bo qurbaniyan rehmet û lêborînê dixwazin.

Em tekez dikin ku em di Meclisa Sûriya Demokratîk de kar dikin ji bo belgekirina hemû binpêkirin û tawanên ku li dijî hemû Sûriyan pêk tên, û em wan pêşkêşî dezgehên navdewletî yên pêwendîdar dikin daku tawankaran bişopînin û siza bikin. Di hemû çalakiyên ku em tê de beşdar dibin û di belgeyên xwe de, em daxwaza eşkerekirina çarenivîsa windayan û girtiyan û avakirina dadgehên dadmend ji bo tawankarên cengê dikin ku cezayên wan bigrin. Sûriya ku em dixwazin bêtundtûjî be û li ser bingeha rêzgirtina heralî û li ser hezkirin û aştiyê be.

29’ê Nîsanê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.