Bi boneya yekê Nîsanê, Sersala Suryanî ya Asûrî “Akîto”; Meclisa Sûriya Demokratîk bi dilgermî pîrozbahî û pîroziyên xwe pêşkêşî gelê Suryaniyên Aşûrî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya welat û cîhanê dike û bi hêviya ku destpêka sala Babiliyan bibe destpêkek nû ji bo bidawîkirina karesat, êş û bibe çavkaniya xêr û xweşiyê ye.
Ev cejn bi zelalî rewşa cihêrengî û pirrengiyê di tevna Sûriyê de nîşan dide, ji ber ku ew nasnameya netewî li welat dewlemend dike, ku cihê serbilindî û rûmetê ye, dûr ji dûrxistinê.
Bi vê helkefta kevnar, em pîrozbahiyê li hemû Sûriyan dikin û tekezî li ser damezrandina nasnameyeke niştimanî ya berfereh e dikin ku ji nû ve danasîna aîdiyeta welatê dike, dewlemendiya pêkhateya Sûriyê dihewîne, û dûbare dikin ku em hemû li yek eniyê li dijî sêyeka Teror, dagirkerî û zordestiyê ne.
Her Akîto hûn bi xêr bin
31’ê Adarê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk