Meclîsa Sûriya Demokratîk

Buroya Jin bi jinên gundewarên Reqayê re komxebatekê li dar dixe

Li ser geşedanên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin; Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk, îro Sêşemê, li salona civînan a navenda meclîsê ya li bajarê Reqayê, semînereke diyalogê ji bo rêveberiyên meclîs û şaredariyan li piraniya gundewarên bajarê Reqayê lidarxist.

Komxebat ji du beşan pêk hat, beşa yekem ji aliyê siyasî ve, tê de endama desteya serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Jiyan Mela Mehmûd behsa dawîn pêşhatên siyasî li ser meydana Sûriyê û rûdanên herêmî û navdewletî kir.”

Her wiha behsa şerê Rûsya û Ûkraynayê, helwestên navdewletî yên derbarê wî de û yasaya îstîsnaya Amerîkayê kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cezayên Qeyser derdixe. Derbarê gefên Tirkiyê yên vê dawiyê ji aliyê Erdogan ve, Mela Mehmûd amaje bi wê yekê jî kir, “Armanca van gefan têkdana aramî û ewlehiya herêmê û bidestxistina hin destkeftan e, bi taybetî bi daxwaza Tirkiyê bo hilbijartinên nû.”

Wê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa konfirans û civînên Meclisa Sûriya Demoqratîk di dema borî de kir, li ser bingeha Forumên Eyn Îsa 1 û 2 ji sala 2018an ve, û workşopên li Ewropa, û vê dawiyê jî qonaxa amadekariyê ji bo kongireya kesayetiyên û hêzên opozisyona Sûriya demoqratîk.

Di beşa duyemîn a komxebatê de jî rê û rêbaza pêşxistina kar û xebatên jinan û danasîna bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk, damezrandina wê û nêrîna wê hate nîqaşkirin, Zebiya El Nasir, rêvebira di buroya Jinê ya MSD ev yek rave kir û got: Meclisê ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo guhertin û veguhertina demokratîk a berfireh û pêkanîna wekhevî û dadperweriyê di navbera zayendan û garantîkirina mafên jinan de erk girt ser xwe.

El-Nasir her wiha got, “Gelên di dewleta Sûriyê de yekîneyeke civakî ya yekbûyî ye ku bingeha wê hemwelatîbûn, maf û erkên wekhev in, Meclisê destê xwe dirêj dike ji bo hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê ku armanca wan xurtkirina yekîtiya Sûriyê ye.”

Ev komxebat ji bo nîqaşkirin û analîzkirina rewşa siyasî bi armanca xurtkirina peywendiyan bi hemû rêxistinên jinan re û bi hêzkirina jinên gundî di warê siyasî û di hemû warên jiyanê de ku di civakê de çalak û pêşeng bin, jinên beşdar kêfxweşiya xwe ji beşdarbûnê anîn ziman, di komxebatê n weha de.

Follow Me