Ji bo xurtkirina hevgirtina niştimanî di navbera pêkhateyên Sûriyê de û gotûbêjkirina gefên Tirkiyê; Îro Duşemê Meclisa Sûriya Demokratîk civîneke berfireh bi şêx û rûspiyên êlên Sûriyê yên herêmên Reqa, Tebqa, Hemayê, Hums, Heleb û Idlibê re li dar xist.
Endama Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Jiyan Mela Mehmûd di destpêka civînê de rola MSD’ê di çareserkirina kirîza Sûriyê de û bidestxistina lihevkirina di navbera aliyan de pêşkêş kir û êlan jî rola xwe ya rast di parastina aştiya sivîl de û hevgirtina civakî ya ku taybetmendiya Sûriyê ye cih girtin.
Cîgirê Serokê Desteya Rêveber ya MSD Elî Rahmûn jî got ku “armanca civîna me ew e ku em weke Sûrî ji bo dayîka Sûriyê çi bikin ku me hemûyan bi hev ve girêdide.” Her wiha bal kişand ser xebatên ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk li dar xistiye ji bo çareseriya aloziya Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve şêx û rûspiyên herêma Reqa piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re tekez kirin, ji ber ku ev yek ji îradeya yekbûyî ya gelê Sûriyê ye ku dagirkerî, parçebûn û êrîşên dagirkeriya Tirk yên berdewam qebûl nakin.
Derbarê hevpeymaniya navdewletî û helwesta wê de, şêx û rûspiyan bang li hevpeymaniyê kirin ku hêzên aştîparêz ên navdewletî pêk bînin û wê berpirsê her dagîrkeriyên nû bibînin, ji ber ku ew amadekariya terorîzma nû li navçeyê dike û şandeke eşîrî pêk tîne ji bo hevdîtinê ligel şêwirmendên hêzên koalîsyona navneteweyî yên li herêmê amade ne û bang li hemû gelên Sûriyeyê kirin ku piştgiriyê nedin dagirkeriya Tirk û daxwazên xwe li Sûriyeyê xurt bikin da ku ezmûna parçebûna Îskenderûn a sala 1939’an dubare nebe.
Hevserokê Meclisa Kesk a Idlibê Heysem Ebdullah jî behsa pêwîstiya yekkirina helwestan û hevgirtina gel kir, û ev yek tenê bi mekanîzma kar, plan û hevahengiyê ji bo gihandina raya giştî ya cîhanî pêkan e.
Wî got, “Ev civîn gaveke baş e, ji ber ku rûspî û kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyê tê de cih digirin. Her kes bi fikar e, û em li xwepêşandan û protestokirinên ku gelê me li dijî dagirkeriyê li hundir pêk tînin, temaşe dikin, tevî zordariya komên çekdar li ser wan.”
Hêjayî gotinê ye ku di 20ê Çileya 2018an de ji aliyê Tirkiyê û grûpên alîgirên wê ve dest bi dagirkirina Efrînê hat kirin û di sala 2019an de herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û di her du operasyonan de zêdetir ji 500 hezar sivîl ji deverên xwe koçber bûn û demografiya van deveran hat guhertin.