Meclîsa Sûriya Demokratîk

Avusturya.. Navenda Sûriya Demokratîk li ser “Sûriya Kurdan” semînarekê li dar dixe

Roja Yekşemê 15ê Gulanê, Meclisa Sûriya Demokratîk li navenda xwe ya li paytexta Avusturya(Nemsayê) Viyênayê, semînarek bi navê “Sûriya Kurdan” ku ji aliyê nivîskar Alan Berî ve hat dayîn, li dar xist.

Di semînarê de komek ji civaka Sûrî li Avusturya ji rengên cihêreng ên çandî di civaka sûrî de beşdar bûn.

Semînar bi xêrhatina nûnerê MSD`ê li Nemsayê û endamê Ofîsa Têkiliyan Selah Ferho dest pê kir û bingehên çalakiya neteweyî di têgihîştina siyasî ya Kurd li Sûriyê nirxandin.

Di xala xwe ya yekem de, semînar bi kurte pêdaçûneke dîrokî li ser têgeha Sûriyê ji dema derketina dewleta Sûriyê ya nûjen ve, û pêşketina têgîna “Kurdên Sûriyê” ve mijûl bû.

Paşê ew xala duyemîn a bi navê “Li ser Rexnekirina Tegeha Sûriyê” şopand, tê de gotarbêj destpêka cudahiya têgeha rexneyê di çarçoveya lêkolînê de û çarçoveya çalakiya siyasî eşkere kir, û bal kişand ser gelek modelên demokrasiyê, weke sîstemeke desthilatdariyê û her yek ji wan dikare bi tevlîheviyên xwe yên niha li gorî civaka Sûriyê be.

Xala sêyem bi sernavê “Kesayetî li hember Sûrî” bû, û Berî amaje bi îmkana lihevhatina nasnameyên takekesî û tekanebûna civakê kir.

Di Semînarê de komek şîrove û pirs ji aliyê amadebûyan ve hatin wergirtin ku nîqaş dewlemendtir û kûrtir kirin.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.