Meclîsa Sûriya Demokratîk

Rêveberê Rewangeha Sûriyê: Dagirkirina Tirkiyê li ser Efrînê proseyeke qirkirina etnîkî ya niştecihên wê ye

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman eşkere kir ku armanca êrîşa Tirkiyê ya li ser herêma Efrînê paqijkirina etnîkî ya xelkê wê ye, lewra îro pêkhateya Sunnî tenê tê de ye.

Ebdulrehman hişyarî da ku li hember plana dawî ya Erdogan bêdeng nemînin, ji ber ku ew ê tevahiya bakurê Sûriyê kontrol bike.

Ev yek di dema beşdarbûna wî di Foruma Diyaloga Navdewletî de hat ku duh, Sêşemê, li gundewarê bakurê Helebê bi sernavê “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirkiyê û berjewendiyên navdewletî de” bi rêya sepana Zoom hat lidarxistin.

Rêvebirê Rewangehê amaje bi wê yekê kir ku ev plana berî ku Tirkiye bikeve nav axa Sûriyê kevn bûye û Erdogan li fînanseya projeyê digere. Di vê planê de dagirkirina herêmên rojhilatê Firatê û avakirina du bajaran di navbera Kobanî û Serêkaniyê de bû.
Di sala 2015’an de bû destpêka belavbûna wê bajarên girêdayî Tirkiyeyê û ji ber redkirina projeyê wê demê ya navneteweyî ev proje têk çû.

Ebdulrehman her wiha da zanîn ku ev projeya guhertina demografîk wê herêmê ne ewle bike û ev yek jî îdiayên rayedarên Tirk red dike û wiha got: “Berpirsên Tirk gelek caran îdia kirine ku armanca wan ew e ku gelê xwecihî vegerînin ser axa xwe û ev yek berovajîkirina rewşa rastî ye, ji ber ku ev proseya paqijkirina etnîkî îsbat dike, û li gorî Neteweyên Yekbûyî, zordarî bi rêbazên zorê û girtina sivîlan wek kampên binçavkirinê ye.”

Di encamnameyê de Ramî Ebdulrehman tekezî li ser balkişandina ser medyayê ji bo eşkerekirina siyasetên kolonyalîst ên Erdogan û piştgirîkirina kampanyaya haştagê ji bo bidestxistina lihevhatina navneteweyî û gihandina dengan ji bo bilindtirîn dezgehên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi awayekî bi bandor bike.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.