Meclîsa Sûriya Demokratîk

Hesekê.. Semînerek li ser metirsiyên guhertina demografî û projeya Tirkiyê li bakurê Sûriyê

Îro Şemiyê 14ê Gulanê, Meclisa Sûriya Demokratîk; Li bajarê Hesekê yê bakur-rojhilatê Sûriyê bi sernavê “Erdogan û guhertina demografî” semînerek lidarxist.

Komek ji siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên civaka sivîl û kesayetên civakî beşdarî semînerê bûn.

Nivîskar û lêkolîner “Dr. Ehmed Sîno” dest bi axaftinê kir û behsa guhertina demografî ya ku di wê demê de ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve hatibû kirin û dîroka wê ya bi xwîn bi komkujiyên li dijî kêmneteweyên weke Ermenî, Suryan, Kurd, Êzidî û etnîsîteyên din kir.

Sîno axaftina xwe di eksena duyem de derbarê rêkeftina Millî û armancên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji bo desteserkirina navçeyên berfireh, ji Qibrisê û hin giravên Yewnanîstanê dest pê dike, ji tevahiya bakurê Sûriyê derbas dibe û digihêje Mûsilê li Iraqê berdewam kir.

Nivîskar û lêkolînerê akademîsyen destnîşan kir ku niştecihkirina nêzî milyonek kesî li zêdetirî 13 herêmên dagirkirî ku ji wan girîngtirîn Efrîn, Serêkaniyê, Tel Ebyed, Ezaz, El-Bab û hwd, bi nifûsa ji hundirê Sûriyê û penaberên sûrî li Tirkiyê pêvajoyeke guherînê ye.

Ji aliyê xwe ve, amadebûyan tekez kirin ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe hewl dide Împaratoriya Osmanî vegerîne û ew – ango Tirkiye – sûdê ji nakokiyên hêzên destwerdanê di kirîza Sûriyê de werdigire, li ser hesabê gelê Sûriyê ye.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.