Meclîsa Sûriya Demokratîk

Encamnameyên hevdîtina diyaloga navdewletî li ser Efrînê

Di bin dirûşmeya Efrîn di navbera dagirkeriya Tirkiyê û berjewendiyên navdewletî de

Bi serpereştiya Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêxistina Mafên Mirovan Efrin_Sûriye ve hevdîtina diyalogê di 10.5.2022an de li kampa Berxwedan ya koçberên Efrînê yên li herêma Şehba li bakurê Helebê hate lidarxistin.

Di wê civînê de Beşdarên ku hejmara wan (115) kesayetên siyasî û hiquqî ji Sûriyê û derveyê Sûriyê bûn, tekezkirin û girîngî dan ser tawan û binpêkirinên hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî opozisyona Sûriyê li Efrînê û asta girêdana siyaseta dewleta Tirkiyê bi berjewendî û siyasta navdewletî û herêmî ve binpêkirinên ne zagonî dermafê gelên Efrînê bi taybetî mijara guhartina demografîk ya diqewime û hîn heya niha jî berdewame bi taybet piştî ku berpirsên Tirk daxuyaniya ji bo vegerandina koçberên Sûriyê ji vê herêmê re dan di hemen demê de qirkirina nîjadî li Efrînê û hedefgirina komên olî û koçberkirin bi darê zorê bi hemû rêbazên tundiyê yên ku gihêştine asta sucên şer û sucên dijî mirovatiyê ji kuştin, tecewizkirin, rûxandin û talankirina milkên giştî û taybet, rûxandina nexweşxane û hedefgirtina şûnwarên dîrokî.

Xebat hat kirin ji bo belgekirina binpêkirina mafê mirovan bi awayekî zagonî her wiha gelek mijarên derbarê kesên ku bi wan cîneyatan radibin û asta girêdana wê bi hikumetaTirkiyê ve hat belgekirin.

Di dawiya hevdîtinê de beşdaran çendîn pêşniyar û daxwaz kirin, ji wan:
-Li ser destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di xaka Sûriyê de, detekez kirin, ku ew tawaneke êrîşkariya li ser serweriya dewleta Sûriyê ye, endama Netewên Yekbûyî, ji ber ku ew ne li ser biryareke navdewletî yan jî biryareke niştimanî ya Sûriyê ye, ku destûrê dide destêwerdanê, û binpêkirineke eşkere ye ji xalên Peymana Netewên Yekgirtî û qanûnên navdewletî yên mirovî.

_Daxwazkirin ji hikumeta Sûriyê bi riya partiyên niştîmanî ji bo betalkirina peymana Edena di navbera Sûriyê û û dewleta Tirk ji ber ku ew sedema rewakirina dewleta Tirkiyê têkeve xaka Sûriyê û firehkirina pirojeya dagirrkariya wê bi hinceta ewlehiya xwe ya neteweyî.

_Rewistandina projeyên bicihkirinê li hemû herêmên dagirkirî bi taybet herêma Efrîn, ku Dewleta Tirk piştgiriyê bi riya komeleyên xêrxwazî û mirovî (Qeter, Kiwêt ,fîlestîn) dide wan û hewldide bi riya wê û bi hinceta bicîkirina koçberên Sûriyê guhartina demogirafîk pêk tîne.

-Kar ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û misogerkirina vegera koşberên zorê li ser xaka xwe di bin çavdêriya navdewletî de.

-Pişterastkirina ku ew tawanên li Efrînê, li dijî sivîlan, bi taybetî jinan tên kirin, ên dibin tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê û ji bo eşkerekirina wan li pêş civaka navdewletî xebat bên kirin.
-Ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz bikin ku komîteyeke navdewletî ya şopandina rastiyan bişîne herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê.

-Ji Netewên Yekgirtî û dezgehên navdewletî yên pêwendîdar daxwaz bikin ku berpirsiyariyên xwe yên dadwerî û exlaqî li hember bi sed hezaran koçberên Efrînê bigrin ser xwe, ku ew wek tawaneke koçberkirina bi darê zorê bi armanca guhertina demografî û tawaneke paqijkirina etnîkî, ku ew li gorî sîstema bingehîn ya Roma ya sala 1998 an sucên şer e, û veguhaztina tawanbarê wê ji Dadgeha Cezayê ya Navdewletî.

-Têkildana bi xebatkarên qada mirovî ya navneteweyî, akademîsyen, lêkolîner û çalakvanan re ji bo amadekirina dosyayên binpêkirinên li Efrînê hatine kirin û bi hev re pêşkêşî dadgehên navneteweyî yên Ewropayê bikin û bi xizmên qurbaniyan ên li Ewropa û Amerîkayê re.

-Peywendî bi medyaya navneteweyî û çêkerên belgefîlman re daynin ji bo eşkerekirina sûcên ku ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar yên girêdayî wê ve hatine kirin.

_Pêşkêşkirina nameyekê ji sekreterê giştî yê neteweyên yekbûyî ji bo rûniştinekê ji encûmana ewlehî were li darxistin û li gorî belge û tewsîqên ku ji rêxistinên navdewletî û hiquqî û aliyên fermî û yên ne hikumî derketine yên ku tekezkir destê hikumeta Tirkiyê di piştgirî û piştevaniya çalekiyên terorîst yên di herêmên dagirtî yê Sûriye de

-Roja 18 Adarê bibe rojeke cîhanê ya qirkirina Efrînê û dweleta Tirkiyê weke dewleteke dagirker bê dîtin.

_Damezrandina komîteyek herêmî û navdewletî ji bo şopandina pêşniyar û biryarên ku ji aliyê hevdîtinê ve hatine dayîn û piştire amadekarî ji bo lidarxistina hevdîtin û komcivînên di vî warî de.

10/5/2022
Komîteya Amadekar ya hevdîtinê

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.