Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD û hêz û kesayetên demokratîk duyemîn civîna şêwrê li Stokholmê li dar dixin

Îro Şemiyê 9ê Nîsanê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û komek ji hêz û kesayetiyên demokrat û kesayetiyên opozîsyona Sûriyê di duyemîn civîna şêwirmendiyê de li paytexta Swêd Stokholmê civiyan, ku rê li ber “Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk” vekir, bo gotûbêjkirina nêrîneke siyasî ku nûnertiya herî baş û berfireh a opozîsyona Sûriyê bi dest dixe.

Nûnerên ji Wezareta derve ya Amerîka, Brîtaniya û Swîsra, ligel sî û neh nûnerên hêzên opozisyona Sûriyê û kesayetiyên demokrat di vê civînê de beşdar bûn, bi sponseriya saziya Olf palm ya Navdewletî.

Civîna ku girseyeke fireh ji Sûriyan li hev dicivîne, armanc dike ku encamên Sûriyê, dewlet û welatê xwe bixwîne û li ser têgeha sîstema nenavendî lêkolîn bike wek dergehek ji bo çarçoveyeke niştimanî ya demokratîk ku yekîtiya xakê diparêze û serweriya niştimanî û hevsengiyê di navbera nasnameya sûrî ya komî û nasnameyên xwecihî de çêdike, bi awayekî ku çareseriyeke dadmend ji pirsgirêka Kurd û kêmîneyên etnîkî yên din re di çarçoveyeke niştimanî ya berfireh de û sîstema çi ye, pêk bîne, ligel rola demokratan û xebat bê kirin ji bo yekxistina wan û organîzekirina nakokiyên wan di çarçoveya yekîtiya xwe de.

Di vekirina civînê de Seroka Navenda Olf Palm International (saziyeke swêdî ya ji bo demokrasî, mafên mirovan û aştiyê dixebite) Anna Sundstrom bal kişand ser girîngiya lidarxistina civînên bi vî rengî ji bo gihîştina aştî û aramiyê li Sûriyê û pêwîstiya li ser demokrasî û dadperweriya cîhanê û azadiya gel ji ber ku ew riya tekane ye ji bo aştiyê.

Civîn du rojan berdewam dike, di roja yekem de 3 rûniştin hatin lidarxistin, di yekem de li ser rewşa Sûriyê û senaryoyên çaverêkirî ji bo paşeroja Sûriyê wek dewlet û netewe li ber çavê têkçûna pêvajoya siyasî û îmkana parastina Yekitiya Sûriyê ji ber parçebûn û dagîrkeriya niha û hebûna leşkerî ya biyanî di wê de, ligel rola hêzên demokrat di peydakirina riyekê ji bo Sûriyê ji rastiya wê ya niha.

Derbarê rewşa parçebûna welat de, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî got, “Li welat asta demokrasiyê heye, dîktatorî û faşîzmek din heye û li deverên din jî heye, asta demokrasiyê (herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê).

Wê her wiha got, “Demokrasiya bi çarçoweya rêveberî tevgereke pratîkî ye û divê em bi van prensîban bawer bin, Ji ber vê yekê divê em bicivin da ku çareseriyeke di aliyê niştîmanî û derve de ferz bikin.”

Di rûniştina duyemîn a bi sernavê “Şêweya Rêvebiriyê li Sûriyeyê” têgeha nemerkezî û şêwazên wê yên siyasî, aborî, îdarî berfireh hatin nîqaşkirin, yek dengî hebû li ser nenavendiyê û dozên ku mîna dîmena Sûriyê di kirîza wê de derketine, herwiha bandora nenavendîbûnê li ser Jinan û rola wan di avakirina aştiyê de hate gotûbêjkirin.

Di rûniştina sêyem de, bi sernavê “Pêngavên pratîkî ji bo avakirina Cihekî Hevbeş”, astengiyên li pêşiya avakirina Eniya Sûriyeya Demokratîk, rêyên yekkirina gotara demokratîk li Sûriyê, rola hêzên demokratîk di paşeroja Sûriyê de û îmkanên van gavan veguherîne rastiyeke pratîk.

Di encamnameyê de çalakiyên roja yekem; Cîh da tevlîbûnên ku li ser prensîba nenavendîbûnê li hev kiribûn û bi hewcedariya nîqaşê ji bo diyarkirina şeklê wê, parastina Sûriyeya yekgirtî û parastina rêveberiya xweser, bi taybetî ji ber ku Sûriyê di vê yekê de xwedî ezmûnek pêşeng e, ji ber ku di sala 1920 de yekem destûra nenavendî hate danîn, (Destûra şah Feysel).

Ev civîn piştî civîna yekem a ku di 13-14 Kanûna pêşîn ya 2021 de li Stokholmê hat lidarxistin, wekî duyemîn tê dîtin û organîzatorên vê rêyê hewil didin ku asoyeke nû ji kar û rola opozîsyona demokratîk re ava bikin û bigihînin konferansekê ku nêrînên wê yên siyasî yên ku ji bo pêşdebirina pêvajoyek siyasî ya rastîn yek dike dixebitin.

Follow Me