Duh, yekşemê10’ê Nîsanê, karê duyemîn civîna şêwrê ya ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk û hêz û kesayetiyên demokrat û opozisyona Sûriyê ve hatibû bangkirin, di roja duyemîn de li paytexta Swêd Stokholmê bi dawî hat û bi dirûşma “Pêwîstî. Îmkan û Hêvî” ji ber ku wek destpêkek bû ji bo konferansa hêz û kesayetên demokrat û gotûbêjkirina nêrîneke siyasî ya ku dê pêk were.
, ji bo nûnertiya baştir û berfireh a opozîsyona Sûriyê.
Di civînê de nûnerên hêzên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsre û kesayetiyên demokrat û nûnerên hêzên demokrat û bi sponseriya saziya Olf Palm ya Navdewletî amade bûn.
Girîngiya vê civînê di demekê de ye ku tê de behsa encamên dewlet û welatê Sûriyê tê kirin û têgeha sîstema nenavendî weke dergehek bo çarçoveyeke niştimanî ya demokratîk ku parastina yekparçeyiya xakê û serweriya niştimanî dike û hevsengiyê di navbera nasnameya sûrî ya komî û hevsengiyê nasnameyên xwecihîde çêdike, tê nîqaşkirin, ji bo ku di çarçoveyeke niştimanî ya berfireh de çareseriyeke dadmend ji doza Kurd û kêmîneyên etnîkî re pêk were, herwiha behsa sîstema dewletî ya tê xwestin rola demokratan dikole û hewl dide wan bike yek û cudahiyên wan birêxistin bike da ku bigihîje çareseriyek ku hemû Sûriyan razî bike.
Civîna diyalogê di roja duyemîn de bû du rûniştin, ya yekem bi sernavê “Ber bi Konferansa Hêzên Demokrat û Kesayetiyên Dijbereya Sûriyê ve”, ku tê de armanc û encamên çaverêkirî hatin gotûbêjkirin, û çendîn pêşniyar bi armanca pêşxistina kar ji bo bidestxistina encamên herî baş.
Di civînê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dîrar bal kişand ser rêya ku MSD û Komîteya Amadekar ev 4 sal in dişopînin û wiha got: “Me ji sala 2018’an û vir ve 3 forumên diyalogê li hundir li dar xistin û fikr û projeyan xwe ava kirin, .” Wî got jî, “Me şeş atolye li dar xistin ku komîteya amadekar ji bo vê civînê pêk anî,” û Dîrar destnîşan kir “ku gotinên rêberî yên beşdaran ji wan sûd werdigirin da ku însiyatîfa siyasî ya yekgirtî pêk were.”
Di rûniştina dawî de hin mijarên giran hatin nîqaşkirin, hin ji wan ji bo civîneke din hatin veguheztin ku rê li ber serkeftina Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk vekir heta ku konferansa wê bê avakirin, her wiha pesnê beşdaran û tevlîbûnên giranbuha hatin dayîn. ji wan hemfikir bûn ku “hemû mijar îhtîmala nemerkezîbûnê nîşan dide, lewra divê gel têbikoşe bo bedistxistan wê.
Di dawiya duyemîn civîna şêwrê de, beşdaran di çarçoveya daxuyaniya dawî de li ser çend mijar û encamên civînê derketin û tê de wiha hat gotin:
Daxuyaniya Dawiyê
Li ser vexwendina Navenda Olf Palm International û sponseriya hikûmeta Swêdê, di 9/10 Nîsanê de, bi amadebûna kesayetiyên demokrat û nûnerên çendîn hêzên Sûriya demoqrat, civîna duyemîn a Stokholmê hat lidarxistin.
1- Nerînek ji rewşa Sûriyê piştî şerê ku di Adara 2011an de ji şoreşa gelê Sûriyê ji bo azadî û rûmetê dûr ket û welat gihand qonaxeke krîtîk di navbera hêzên stemkar ji aliyekî û tundrew û terorîst, hêzên ku şoreş ji rêça wê ya rast derxistine ji aliyekî din ve Parvekirina axa Sûriyê li ser herêman zêde dibe Ji hev veqetiyan metirsiya perçebûnê ya demdirêj nîşan dide, heger ku welatparêz û demokrat ji bo vegerandina yekitiya welat û birêxistinkirina xebata demokratîk lezê nekin.
2- Destpêkirina jinavbirina kêşeyên dijwar û gotûbêjkirina têgeha sîstema nenavendî wek ketina çarçoveyeke niştimanî ya demokratîk ji bo rêvebirina li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev û dabînkirina mafên hemû pêkhateyên civakê.
3- Gotûbêja rola demokratan di qonaxa bê de, yekkirina wan, rê û rêbazên civîna wan û hêviyên pêşkeftina pratîkî ji bo gihandina konferansa wan, ku armanca civînê ew e ku amadekariyên baş jê re were kirin ji bo vegerandina Sûriyê li ser rewşa biryara niştîmanî ya wan.
4- Çend pêşniyar ji bo kar û berdewamiya wê di navbera civînan de bi rêya tor û pêwendiyê hatin gotûbêjkirin.
5- Bernamekirina civîna bê, daku bigihêje pêkhateyekê ji bo konferansa tê xwestin, ligel gotûbêjkirina mijarên din ên dijwar û zelalkirina tiştên ku di vê civînê de hatin gotûbêjkirin.
Stokholm
10/4/2022