Di bin sîwana Meclisa Sûriya Demokratîk de, Nivîsgeha Têkiliyan li bajarê Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyê semînerek diyalogê li jêr diruşmeya “ber bi hêzkirina civakê bo bikaribe paşeroja xwe bi awayekî demokratîk kontrol bike” bi amadebûna komek kesayetiyên civakê, siyasetmedar û kesên ku bi karûbarên giştî re eleqedar dibin, ligel nûnerên hin rêveberiyên sivîl û saziyên herêmî lidar xist.
Di semînerê de li ser mijarên Sûriyê û navneteweyî hate nîqaşkirin, û endamê Komîteya Têkiliyên MSD Enes El-Merfû di destpêka axaftina xwe de rewşa siyasî ya herêmî û navneteweyî û bandora şerê Rûsya û Ûkraynayê şîrove kir û got: “Her rêyek şer li Ukraynayê, bandorali ser Sûriyê heye.”
El-Merfû herwiha diyar kir ku aliyên li Ukrayna û Sûriyê şer dikin, berjewendiyên wan yên girêdayî hev hene.” Li ser armanca lidarxistina vê sempozyûmê, organîzatoran diyar kirin, “Armanca me ew e ku em beşdariya gel zêdetir bikin û baweriya di navbera rêveberî û gel de ji nû ve ava bikin, ji bo têkildanê û bihîstina nêrîn û ramanên gel û pêşkêşkirina wan ji aliyên têkildar re tê, da bi vî awayî feyde û xizmetê belav bikin.”
Herwiha amadebûyan tekezî li ser rewşa jiyanê, aborî û xizmetguzariyê kirin û daxwaza başkirina rewşa wan û piştevaniyê ji bo beşên curbicur ên xwendinê, çandinî û tendirustiyê kirin, ji ber taybetmendiya herêmê û girêdayîbûna wê bi çandiniyê û hin ji wan axivîn li ser kirîzên cîhanî û kêşeyên cîhanî û bandora wan li ser Sûriyê û herêmê bi taybetî.
Di dawiyê de, semîner encamda bi avakirina tifaqekê di navbera komên cuda yên bibandor û çalak ên civakê de, ku di nav wan de siyasetmedar, kesayetî, serbixwe, rêxistin û rêberên olî hene, ji bo nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Dêrezorê bikin, û desteyeke koordînasyonê û şopandina bandora vê koalîsyonê hate destnîşan kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk rewşa Dêrezorê dişopîne û ji dema ku herêm di buhara 2019an de ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat rizgarkirin, MSD semînerên diyalogê û civînan bi nûnerên herêmê , di nav wan de kesayetî û siyasetmedaran re li dar dixe, ji bo başkirina rewşa herêmê, ku gelek zehmetî kêşa ye ji ber encamên terorê.