Meclîsa Sûriya Demokratîk

Li Viyanayê.. “Sûriyên ji bo gitiyan û revandiyan” çalakiya “Bi we re ne” li dar dixe

Komîteya “Sûriyên ji bo gitiyan û revandiyan” li paytexta Nemsayê Viyanayê çalakiya “Bi we re ne” organîze kir; Ji bo bîranîna mijara girtiyên Sûriyê û ronîkirina trajediya girtiyan û malbatên wan.

Karbidestên Nemsayê, malbatên girtiyan, rizgarbûyan û kesayetiyên niştimanî û mafên mirovan yên Sûriyê yên ku bi pirsa girtiyên sûrî re eleqedar bûne di çalakiyê de beşdar bûn.

Di 4ê Nîsana 2020an de, Meclisa Sûriya Demokratîk avakirina komîteyekê ji bo şopandina dosyaya girtî û revandiyan li Sûriyê bi rêya kongirekî rojnamevanî li bajarê Qamişlo / bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand û bang li aliyên şer kir li Sûriyê pabendî yasayên navdewletî yên mafên mirovan û hemû yasa û peymanên navdewletî yên têkildar bin.

Piştre, komîteya ragihandî platformek bi navê “Sûriyên ji bo girtî û revandiyan” ava kir da ku bi awayekî serbixwe li ser dosyaya girtî, revandî û wendayên ji hemû aliyên şer li Sûriyê kar bike.

Di destpêka çalakiya “Bi we re ne” de, seroka komîteya “Sûriyên ji bo girtî û revandiyan” Mejdolîn Hesen got ku komîte daxwaz dike ku dosyeya girtiyên Sûriyê di bin çavan de bimîne heta ku çarenivîsa wan eşkere bibe û bal kişand ser girîngiya dîtina dosyaya girtî, revandî, windayên bi darê zorê weke dosyayeke mirovî ya ku di ser muzakereyê de ye û dûrî nakokiyên siyasî ye.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha ti amarên fermî û rast li ser hejmara girtî, revandî û wendayan li Sûriyê nînin, û lêkolînên komîsyona lêkolînê li ser Sûriyê ku ji aliyê Encûmena Mafên Mirovan ve ji destpêka şer û pevçûnan li Sûriyê hatiye desteserkirin Sala 2011’an nîşan dide ku hejmara girtî, revandî û wendayan li Sûriyê 100’î derbas kiriye.

Follow Me