Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk îro Pêncşemê bi komxebatekê bi nûnerên partiyên siyasî yên ku li bajarê Reqa û gundewarê wê bi hevkarî bi serokatiya hevbeş a Meclîsa Sivîl a Reqayê re kar dikin, komxebatên ku bi koordîneya partiyan re li dar xistibû berdewam kir, li salona civînê ya li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk.
Di komxebatê de dirûşma “Ber bi nêrîneke hevbeş ji bo veguheztina siyasî” hat hilgirtin û tê de ravekirina rewşa siyasî ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkiliyan û endamê desteya serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Xelîl Ebdî ve hat pêşkêşkirin, pêşhatên dawî yên li qada xwecihî, herêmî û navneteweyî û pêwîstiya bi hewlên hevgirtî ji bo yekkirina dîtinê û çareserkirina rewşa dijwar li Sûriyê bûye.
Derbarê armanca wê de, endama Nivîsgeha Têkiliyan di Meclisa Sûriya Demokratîk de Jiyan Mele, diyar kir, “gotûbêjkirina veguhestina siyasî û danîna nêrîneke hevbeş ji bo bihêzkirina partiyan, bihêzkirina hevkariyê di navbera pêkhateyên siyasî de, nêzîkkirina rêzan, û avakirina zemîneke niştimanî ku bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û çareseriya siyasî ya tê xwestin pêk tîne.”
Komxebat bi sê xalan ve girêdayî bû, ya yekem karîna Meclisa Sûriya Demokratîk e ku bibe xaleke veguhertinê bo alternatîveke demokratîk ji bo serkêşiya veguheztina siyasî, nerînên beşdaran cuda bûn, û tekezî li ser giringiya MSD û rola wê ya herêmî û navdewletî kirin, herwiha tekezî li ser giringiya bidestxistina lihevhatina navxweyî û xurtkirina diyalogê bi hemû aliyên opozîsyona niştimanî re kirin.
Xala duyem pêvajoya razîkirina civaka navdewletî li ser hebûna partiyên siyasî yên rêkxistî ku bikarin Sûriyeya nû bi rê ve bibin li gorî pirdengiyê û beşdariya aliyên girêdayî di bin dorpêçê de hate gotûbêj kirin.
Xala sêyem behsa pêkanîna armancên Meclisa Sûriya Demokratîk li ser erdê di pratîkê de û şiyana wê ji bo bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê li ser erdê li hundir û derve kir.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Kamel Hezber di dawiya komxebatê de wiha got: “Pêvajoya veguheztina siyasî di çar xalên yekem ên biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 de cih digire û balê dikişîne ser hişmendiya civakî ya gel, ji ber ku ev prose berpirsiyariya hemî gelê Sûriyê ye.”