Meclîsa Sûriya Demokratîk

“Ber bi nêrîneke hevbeş ji bo veguhertina siyasî”.. Komxebata MSD’ê bi partiyên Tebqayê re

Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk îro, Pêncşemê, li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Tebqayê, komxebatek bi partiyên siyasî yên çalak li herêma Tebqa re li ser Gola Firatê, bi navê “Ber bi nêrîneke hevbeş ji bo veguhertina siyasî” li dar xist.

Bi beşdariya şandeyên partiyên li bajêr, bi hevkariya hevserokatiya Nivîsgeha Têkiliyan di Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Tebqayê de, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan di Rêveberiya Sivîl de Îbrahîm El-Mihemed, bixêrhatina mêvanan kir û birêveberiya diyalogê ji aliyê endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD’ê Emel Dada ve hat kirin û wê diyar kir ku “Meclisa Sûriya Demokratîk çarçoveyeke niştimanî ya Sûriyeyê ye ku yek ji hêzên siyasî û civakî yên ku belgeyên wî pesend kirine pêk tê û ji hemû rêxistin û kesayetên siyasî re vekirî ye, ji bo rizgarkirina Sûriyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Girîngiya vê komxebatê tê ji ber ku ew “goftûgokirina veguhestina siyasî dike û nerînek hevbeş e ku hêz dide partiyan, bihêzkirina hevkariyê di navbera pêkhateyên siyasî de, û avakirina platformek niştimanî ku rûbirûyê kêşeyan dibe û çareseriya siyasî ya xwestî ji krîzê re dirust dike”, li gorî Dada.

Piştî dabeşkirina kar û avakirina du koman, di komxebatê de sê xalên lêkolînê hatin gotûbêjkirin, ya yekem karîna Meclisa Sûriya Demokratîk bû xaleke werçerxanê ji bo alternatîveke demokratîk ji bo serkêşiya veguhestina siyasî, gelek nerînên nakok li ser hebûn, tekez kirin ku divê ew bi berdewamî kar bike ji bo bidestxistina vê veguherînê.

Xala duyem pêvajoya razîkirina civaka navdewletî li ser hebûna partiyên siyasî yên rêkxistî ku bikarin Sûriya nû bi rê ve bibin li gorî pirengiyê û beşdariya partiyên girêdayî MSd de hate gotûbêj kirin.

Di xala sêyem de behsa pêkanîna armancên Meclisa Sûriya Demokratîk li ser erdê di pratîkê de û şiyana wê ya pêkanîna daxwazên gelên li ser erdê li hundir û derve hat kirin.

Di dawiya komxebatê de, çendîn pêşniyar ji aliyê beşdaran ve hatin pêşkêşkirin, ji wan jî nûnertiya partiyan di meclisan de, dayîna rêjeya ji bo dagirtina kar, terxankirina bûdceyê ji bo wan, û danîna planên zelal yên ku di bin çavdêrî û nirxandinê de ne, ku daxwazên rast yên gelan nîşan dide, da ku Meclisa Sûriya Demokratîk bibe jimarek bibandor di qada herêmî û navneteweyî de.

Follow Me