Meclîsa Sûriya Demokratîk

“Navenda Sûriya Demokratîk” li Viyênayê komxebata “Şoreş û Asoyên Pêşerojê” li dar dixe.

Li paytexta Nemsa Viyênayê ji aliyê Navenda Sûriya Demokratîk ve; komxebateke diyalogê bi sernavê “Şoreş û Asoyên Pêşerojê” bi beşdariya girseyek ji opozisyona demokratîk ku di nav wan de kesayetiyên siyasî û nûnerên tevger û partiyên siyasî hebûn, bi amadebûna hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar, û serokê Ofîsa Pêwendiyan, Hesen Mihemed Elî.

Di komxebatê de perspektîv û rêyên paşerojê yên hêzên şoreşê û opozîsyonê hatin gotûbêjkirin ji bo pêkanîna lihevhatineke hevbeş di rûbirûbûna sîstema stemkariyê de, bidawîkirina trajediya Sûriyê, û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo jiyaneke bi rûmet di Sûriyek e demokratîk û piralî û nenavendî kir.

Û çareseriyên afirîner û nûjen ên ku dê Sûriyan li hev bicivînin, ruhê şoreşê nû bikin û piştgiriya navdewletî ji wê re vegerînin piştî ku dosyaya Sûriyê pêşengiya ji karên sereke yên welatên çalak bidûr ketiye, gotûbêj kirin.

Di çarçoveyeke din de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar derbarê çaremîn salvegera dagîrkirina Efrînê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Ev dagirkeriya ku niha axa Sûriyê dagîr kiriye, hemû erkên xwe binpê kiriye Li gorî hiqûqa navneteweyî weke dagirkerî û ji ber vê yekê artêşa Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî qanûnên navneteweyî tevdigerin.”

Dirar tekezî kir li ser pabendbûna Meclisa Sûriya Demokratîk bi mijara rizgarkirina herêmên Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê û komên tundrew ên li pey wê ve girêdayî ye û wiha got: “Li ser helwesta me ya derbarê dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê spî de, wê hevdîtinek tunebe ku gotûbêj li ser vê mijarê neyê kirin .”

Follow Me