Nivîsîngeha Têkiliyan ya Partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan peyamek e pîrozbahiyê şand ji Meclisa Sûriya Demokratîk re bi boneya cejna Newrozê û tê de wiha hat gotin:
“Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî, em germtirîn û xweştirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêzdarên Meclisa Sûriya Demokrat dikin, bi hêviya ku sala nû ya Kurdî bibe sala bidestxistina mafên gelê Kurd û bibe sala çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Sûriyê.”
Partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan, yek ji partiyên sereke yên Herêma Kurdistana Iraqê ye û li gel partiyên din y yên Kurdistanî di hikûmeta herêmê de beşdar e û di Parlamentoya Iraqê de jî parlamenterên wê hene.