Xanim Îlham Ehmed Seroka Meclisa Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk pêşwaziya şandekê Amerîkî kir ku pêk dihat ji Eithan Goldrich – Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve, Jennifer Gavito – Cîgirê Wezîrê Derve bo karûbarên Iraqê, Zehra Bell – Rêvebera Dosya Sûriyê û Iraqê di Encûmena Asayişa Netewî de û Matthew Perle – Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, bi amadebûna Elî Rehmûn, Canda Mihemed, Emced Osman û Sabit El-Cewher endamên Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk, her dû aliyan rewşa siyasî ya niha gotûbêj kirin û rewşa li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî.
Her du aliyan bandora şerê li Ukraynayê li ser rewşa niha ya Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî gotûbêj kirin, herwiha tekezî li ser destpêkirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê li ser bingeha referansên Netewên Yekgirtî kir, ku di serî de biryara 2254 e, û çareseriya siyasî ew garantiya veguheztina demokratîk û nûneratiya dadmend ji hemû Sûriyê re dike, û bidestanîna ewlehî û aramiyê, ku rê li ber rêxistina terorîst ya DAIŞ digire ku ji nû ve hewl dide xwe vejîne, nemaze piştî kuştina rêverberê wê.
Herwiha amadebûyan tekezî li ser giringiya rola hemû aliyên Sûriyê û pêwîstiya beşdarbûna nûnerên hemû aliyên Sûriyê di rêyên navdewletî yên çareseriyê de kirin.
Şandeyê hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk di diyaloga Sûrî-Sûrî de û diyaloga di navbera aliyên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilind nirxand.