Îro Çarşemê 16ê Adarê, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed li navenda MSD ya bajarê Reqayê bi şandeke rêveberên siyasî û leşkerî yên Meclisa Kesk a Idlibê û Lîwaya Bakurê Demokratîk re civiya.
Di şandeyê de hevserokê Meclisa Kesk a Idlibê Heysem El-Ebdela, rêveberê buroya siyasî di meclisê de Ehmed Şewa û rêveberê Tûgaya Bakurê Demokratîk Ebû Omer Edlibî pêk dihat û di berdêla wê de hevdîtin hatin kirin.
Endamê Dîwana Serokatiyê Elî Rehmûn û Berpirsê Ofîsa MSD’ê ya rêxistinê Ebdulqadir El-Miwehed, Endamên Buroya Têkiliyan Jiyan Mele û Kamil Hezber jî amade bûn.
Di civînê de pêşhatên siyasî yên dawî û encamên şerê Rûsiya û Ukrayna û bandora wê li ser rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin, û daxwaz hat kirin ku hewlên hevbeş yên Sûriyê ji bo dîtina çareseriyeke giştgir pêk bînin û wiha got: “Hemû hêzên Sûriyê yên demokratîk bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne û divê kar ji bo rastkirina pêvajoya şoreşa Sûriyê ku hevdem e bi salvegera yazdehemîn a destpêkirina wê re.”
Civînê li ser sê xalan rawestiya, ku ya yekem, avakirina stratejiyên bihêz di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk ji aliyekî ve û Hêzên Sûriya Demokratîk di nav de Meclisa Kesk a Idlibê jî tê de, ji ber ku meclis sîwanek xwedî projeya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh.
Di mijarên din de avakirina desteyek siyasî ji bo nûnertiya Meclisa Kesk a Idlibê di nava desteya Meclisa Sûriya Demokratîk de û karkirina ji bo berfirehkirin û pêşxistina Meclisa Idlib a Kesk û piştgiriya siyasî hate gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye ku berî vê civînê çendîn civînên hevahengiyê di navbera her du aliyan de hatin lidarxistin, ji ofîs û têkiliyên jinan heta asta desteya rêveber, civîn û xebat berdewam in li ser riya ku “MSD” serkêşiya wê dike bo berhevkirina peyva Hêzên Sûriya Demokratîk û çareseriya siyasî ya domdar bibînin.