Serhildana 12’ê Adarê, bû bingehekî pêşketî û nîşaneke rasteqîn ji şoreşa gelî re di nîvê adara 2011’an de ku dikeve sala xwe ya diwazdehan.
Şoreşa ku li hemû erdnîgariya Sûriyê belav bû, ji Deraa heta Qamişlo, encama pêkanîn û siyasetên tepeserkirinê yên rejîma zordar a navendî bû, ku desthilatdariya ewlekarî xurt kir, azadî û jiyana siyasî tepeser kir, û tovên mezhebperestî û tundrewiyê di nava civaka Sûriyê de çêkir.
Girseyên xwenîşanderan ku daxwaza azadî û rûmetê dikirin rastî fîşekên zindî ji aliyê dezgehên ewlekarî yên desthilatê li Şamê hatin kirin, û reftara nemirovane ku hovîtiya rejîma zalim bi awayekî nedîtî di serdema nûjen de nîşan da, ber bi girtin û revandina derveyî qanûnê.
Qonaxa destêwerdanên herêmî û navdewletî û piştgiriya wan ji opozisyonê re, ku cewherê îslama siyasî ye, xizmeta îdiayên rêjîmê kir ku şoreşê weke şoreşeke tundrew û mezhebî nîşan bide ji aliyekî ve, û bû sedema parastina desthilata Şam ji hilweşînê li aliyê din.
Şoreşa Sûriyê veguherî şoreşeke dij-şoreşê, û bû şerê di navbera rêjîmê û opozisyona siyasî ya îslamî de ji bo bidestxistina desthilatê, bû şerê navxweyî, û rêxistinên terorîst û tundrew derketin holê û binesaziya Sûriyê û mirovahî wêran kirin. Sûriye bûye meydana nakokiyên hêzên herêmî û navdewletî û derbaskirina ajandayên wan ji aliyê hinek aliyên sûrî bi xwe ve, di encamê de Tirkiyê nêzîkî %15 ji erdnîgariya Sûriyê dagîr kir û şerê navxweyî yê wêranker bû sedema kuştina hejmareke zêde ji nîv milyon kes û awarebûn û koçberbûna zêdetir ji nîvê xelkê Sûriyê û wêrankirina zêdetir ji %70 ji avahiyan.
Meclisa Sûriya Demokratîk, ew opozisyona ku rengê Îslama Siyasî li xwe digire, berpirsyar dibîne ji ber dûrxistina şoreşê ji riya wê, bi qasî ku rêjîma Sûriyê berpirsyar dibîne di ber tunekirina wê de, ew dibîne ku Sûriyê pêwîstiya bilez bi hêzeke niştimanî heye, çareseriyeke ku dawî li qeyranên siyasî, civakî û aborî bîne, û wê veguhêze sîstemeke siyasî ya demokratîk û piralî ku mafên Ereb, Kurd û Suryaniyên Aşûrî û pêkhateyên din yên Sûriyê garantî bike, û azadî û mafên mirovan weke destûreke bingeh ji bo wan werbigire.
Ji ber ku Sûriye dewleteke pirçandî, pir etnîkî, olî û mezhebî ye, sîstema nenavendî çareseriya baş e ji bo birêvebirina dewletê, bidestxistina pêşketina domdar û parastina aştiya sivîl û yekîtiya niştîmanî, û çareseriya siyasî divê li ser esasê lihevkirina li ser peymana civakî ya li ser esasên welatê hevpar, komara demokratîk, mafên pêkhateyan û hemwelatîbûna azad û destûreke niştîmanî ya demokratîk ku îradeya hemû kesî temsîl dike, pêk were û mafên wan ên sivîl, siyasî, aborî, civakî û çandî garantî dike.
Sûriyê îro di rewşa xwe ya herî xirab de ye, ji ber ku serweriya wê bi berdewamî tê binpêkirin, deverên hêja yên axa wê di bin dagirkeriyê de ne, erdnîgariya wê di bin parçebûnê de ye, û gelên wê koçber bûne û li hundir û derve koçber bûne, welatiyên wê di bin sînorê hejariyê de dijîn, û desthilatdariya Şamê hovîtî û ewlehiya xwe ji berê zêdetir kiriye. Nekarîna civaka navdewletî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê û veguhestina welat bo dewleteke demokratîk li gor biryara Encûmena Ewlekariyê ya NY 2254. Her wiha lawazbûna opozîsyona Sûriyê ji ber nebûna nûneratiya rasteqîne ji hêzên opozisyona demokratîk ên ku di qada Sûriyê de çalak in, bûn sedema astengkirina hêviyên çareseriya siyasî û dirêjkirina kirîza Sûriyê.
Meclisa Sûriya Demokratîk careke din tekez dike ku ti çareserî li Sûriyê nîne, heya ku Sûrî bi xwe neyên cem hev û çareseriyekê ji welatê xwe re peyda nekin û bi destên xwe birînên xwe derman bikin ji bo rizgarkirina Sûriyê û bidestxistina paşerojeke baştir ji nifşên Sûriya bê re. Herwiha Tekez kir ku hemû hêzên niştimanî yên demokratîk ên Sûriyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne, û divê ew hewl û xebatan xurtir bikin ji bo rastkirina riya şoreşa Sûriyê, tevî hemû kêşeyên navxweyî û derve.
Meclis di wê baweriyê de ye ku hê hêviyek heye û divê ev hêz li ser rewşa cudabûn, dubendî û bêbaweriya bi ya din re derbas bibin û bi hev re kar bikin ji bo avakirina stratejî û nexşeyeke rê ji bo çareseriyeke siyasî ya zelal, ku ew pêşkêş dikin, ji Sûriyê û civaka navdewletî re ku bipejirînin û li ser bixebitin, piştî têkçûna hemû rêçên navdewletî yên fermî hatine pejirandin. Ji ber ku tu çareseriyeke siyasî bi heman alav û rêgezan nayên formulekirin, pêwîste ji jîweriya rastî ya hêzên rasteqîn ên ku ji bo bidestxistina armancên şoreşa Sûriyê têdikoşin dest pê bikin.
15’ê Adarê, 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk