Îro Sêşemê, Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk li navenda bajarê Helebê, bi boneya nêzîkbûna çaremîn salvegera dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, komxebateke diyalogê bi sernavê “Krîza Sûriyê û Encamên wê di Navbera Rastî û Dagirkeriyê de” organîze kir. , ji bo guftûgokirina rewşa Sûriyê, û gotûbêjkirina çareseriyan bo derbaskirina astengên li pêşiya çareseriya kirîza Sûriyê.
Di komxebatê de ji bilî partiyên siyasî, çalakiyên civakî û jinan, gelek kesayetiyên serbixwe yên siyasî û mafên mirovan û rûspiyên bajarê Helebê beşdar bûn.
Komxebat li ser eksena sereke bi axaftinên li ser guhertinên siyasî yên ku cîhan û herêm bi şahidiya wan dibin ji aliyê endama Nivîsgeha Têkiliyan Fatima El-Hisêno dest pê kir û got: “Di nav van rewşên krîtîk ên herêmî û cîhanî de, krîza Sûriyê wek yek ji aloztirîn qeyranên ku mirovahî tê re derbas dibe piştî bidawîhatina şerê cîhanî yê duyem û serdema şerê sar, ji ber çend sedeman, ya herî girîng jî têkçûna hewlên di rêyên naskirî de ye, ji wan jî Cenêv û rêyên Soçî û Astana.
El-Hisêno anî ziman ku berferehiya destwerdana navdewletî û herêmî di Sûriyê de girêdana dosya Sûriyê bi dosyayên herî aloz ên cîhanî û herêmî re wek faktorên bingehîn in herwiha belabûna rewşa opozîsyona niştimanî ya demokratîk wek yek ji girîngtirîn faktorên xweser nîşan dide.
El-Hisêno” bal kişand ser beşên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û hewlên wê yên ji bo guhertina demografiya herêmê, ku têde armancên berfirehtir ji bo vegerandina xewnên wê yên dîrokî hene, û behsa hejmar û belgenameyên binpêkirinên Tirkiyê li dijî sivîlan kir. Hevdem bi nêzîkbûna çaremîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bajarê Efrînê, Wê tişta ku li bajarê Efrînê diqewime mîna zindana Guantanamoyê bi nav kir û got ji roja yekem a dagirkirina bajêr ve, dagirkeriya Tirkiyê herî hovane binpêkirinên li dijî sivîlên tê de mane pêk tîne, kuştin û revandina li Efrînê mîna (Guantanamo) ye ku tenê qanûna daristanê serdest e.
Wê bal kişand ser wê yekê ku ji ber nebûna dosyaya Sûriyê û nebûna wê ya pêşîn ji aliyê civaka navdewletî û welatên bibandor ve, û ti destpêşxeriyek li ber çavan nîne ji bo derbaskirina nakokiyên di dosya Sûriyê de, wê got: “Meclisa Sûriya Demokratîk berdewam e di lidarxistina civînan ligel aliyên cuda yên navdewletî di pirsa Sûriyê de û ligel aliyên cuda yên opozisyonê li navxwe û derve de, ji bo danîna helwêsteke niştimanî û berfirehkirina bingeha lihevkirinê di navbera hemû aliyan de, bi armanca bidawîkirina rewşa stemkarî û navendîbûnê.
Wê ev xal bi dawî kir û tekez kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk dê berdewam be li ser têkoşîn û xebata xwe li ser hemû astên navdewletî û herêmî, ji bo bidestxistina tiştê ku gelê Sûriyê di demokrasî û pirrengiyê de dixwaze û pêwîstiyên wan ji bo guhertineke radîkal ber bi başiyê ve, bi rêya cîbicîkirina biryarên navdewletî, nemaze biryara 2254, ji bo gihiştina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî pêk tîne.
Ji aliyekî din ve, beşdarên sempozyûmê pirs û pirsiyar kirin û bi tevlîbûnên xwe ew dewlemend kirin, ku li ser pêwîstiya çareserkirina kirîza Sûriyê û giringiya diyaloga sûrî-sûrî bi rêgezkirineke nû ya krîza Sûriyê di çarçoveya Pirrengî û sîstema piralî ya Sûriyê, parastina yekitiya Sûriyê û yekparçebûna xaka wê û bidawîkirina hemû dagirkeriyên ku di serî de jî dagirkeriya Tirkiyê ye.