Meclîsa Sûriya Demokratîk

Dêrazorê.. komxebateke diyalogê li ser serhildana 12ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de

Îro Duşemê 14ê Adarê, Meclisa Sûriya Demokratîk li gundewarê Dêrazorê semînareke diyalogê lidarxist li ser “serhildana 12ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de”, bi beşdariya kesayetî û nûnerên civaka sivîl û yên bi karûbarên giştî û saziyên rêveberiya sivîl a demokratîk re eleqedar dibin.

Komxebat bi kurte axaftinekê ji aliyê birêveberê wê û endamê desteya rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Sabit El-Cewher dest pê kir û tê de behsa bûyerên 12ê Adara 2004an kir ku çirûska yekemîn bû di şoreşa Sûriyê de şoreşê û benda tirsê di nav Sûriyan de şikand.

Desthilatdariya Şamê hewl da ku pêkhateyan bi taybet pêkhateya Kurd û Ereb lihev bixe, lê ji ber hişyarî û hevgirtina gelên herêmê têk çû. Li ser rola serhildana Qamişlo di şoreşa Sûriyê de; Sîhanok Dîbo, endamê Desteya Serokatiyê û Nivîsgeha Têkiliyên MSDê, li ser çend faktorên ku bûne sedema şoreşa Sûriyê, ku di encama stemkariya navendî de ji aliyê desthilata Şamê ve di dehsalên borî de pêk hat, axivî.

Wì got “Şoreşa Sûriyê di sala 2011an de weke encameke neçarî hat ji hevgirtina faktorên siyasî, civakî û aborî yên ku diyar dikin qeyraneke pêkhatî heye û divê were çareserkirin û bi ti awayî nayê dorpêçkirin.”

Herwiha “Serhildana Qamişlo” tevgereke pêşveĉûyî bû ji bo ji nû ve avakirina nasnameya niştimanî ya sûrî, ya ku Sûriyan hîs nekir ji dema ku stemkariyê li Sûriyê serdest bû.

Dîbo anî ziman ku doza kurdî li Sûriyê pirseke niştimanî ye û divê li gorî pîvanên niştimanî yên Sûriyê û li gorî peyman û hevpeymanên navdewletî yên naskirî bi awayekî ku yekitî û yekparçeyiya welat biparêze bê çareserkirin.

Endamê Meclisa Serokatiyê amaje bi wê yekê jî kir ku sîstema stemkariya navendî di dema “Serhildana Qamişlo” û niha jî di dema şoreşa Sûriyê de hewl dide kurdan weke alîgirên cudabûn û parçebûnê nîşan bide û bûyerên 12ê Adarê heta niha şerekî di navbera Ereb û Kurdan de ye, lê bi ser neket û rewşa pêkvejiyan û lihevhatina ku em tê de dijîn, vê yekê îspat dike.

 

Berdewam wî got ku Sûriyê welatekî cihêreng e, û yek ji pêkhateyên wê nayê paşguhkirin li ser hesabê yê din, “rijêma zalim her tiştî bi navê “Erebîzmê” kir, lê wan ereban bêtir ziyan dît ji encama pêkanînên desthilatdariyê de.”

Û di dawiya axaftina xwe de got ku modêla Rêveberiya Xweser çareseriyeke yekgirtî û berfireh e ji bo pirsgirêka demokratîk a ku em weke Sûrî pêdiviya me bi wê re heye, û çareseriyeke berfireh û şoreşgerî ya mijarên guhertin û veguhertinê ye. Û gelê Sûriyê cewherê sîstema stemkariya navendî red dike, û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û gelên wê dê nebin beşek ji nûveberkirin û vegerandina wê bi rêya lihevhatinên ku desthilata Şamê li ser kar dike û serkeftina wê pêşde dike tevî têkçûna wê.

Birêveberê komxebatê destûr da beşdaran nêrînên xwe bînin ziman; Yên ku nêrîna xwe li ser serhildana adarê û hewildanên deshilatdariya Şamê ji bo gurkirina fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de anîn ziman û hewl dan xelkê Dêrezorê bikşînin û wan ji bo lêdana gelê Kurd bikar bînin. lê ew bi ser neket.

Di heman demê de endamê desteya rêveber, Sabit El-Cewher, bal kişand ser pirojeya Meclisa Sûriya Demokratîk û riya wê ya çareserkirina pirsa Sûriyê bi rêya diyalogê û lihevhatina Sûriyan, û Meclis hewl dide ji bo komkirina opozisyona demokratîk û di wê de gavên pêşketî avêtine.

Follow Me