Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD vexwendina komxebateke diyalogê dike li ser “Serhildana 12ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de”

Îro Yekşemê 13ê Adarê Meclisa Sûriya Demokratîk venxwendina lidarxistina komxebateke diyalogê kir bi sernavê “Serhildana 12ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de” li navenda Çandê ya bajarê Reqayê, bi amadebûna kesayetiyên rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, endamên partiyan û nûnerên rêveberî û saziyên bajêr kir.

Komxebata diyalogê ji aliyê cîgirê hevserokatiya MSDê Luqman Ehmê û endamê Meclisa Rêvebir Sabit Cewher, hat birêvebirin, û
ji aliyê xwe ve serkirde û endamê desteya serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de behsa serhildana 12ê Adarê li Qamişlo ya bakurê rojhilatê Sûriyê di sala 2004an de kir, di dema matçeke fotbûlê û şehîdbûna bi dehan kesan û girtina bi hezaran kesî ji gelê Kurd weke desthilatdariya Şamê xwest di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de nakokiyan derxîne, lê bi ser neket.

Wî got, “Desthilatdarên Şamê ji berteka gelêrî li hemû herêmên Bakurê Sûriyê matmayî man û me jî weke kesayetên rûspî me xwest ku em ewlehiyê pêk bînin û ber bi fîtneya ku ji aliyê rêjîma stemkar ve hatiye plankirin neçin, lê bersiva pêkhateyan hat dayîn ku ji nû ve hesaban bike.”

Muslim destnîşan kir ku xeta ku serhildana Qamişlo û şoreşa Sûriyê bi hev ve girê dide ew e ku gel karîbû dîwarê tirsa ji desthilatê ji sala 1963an ve bişkînin, û ji gelê Sûriyê re xuya bû ku ew dikare were rûbirûkirin, nemaze ji ber ku gelê kurd bi giranî organîze kiriye.

 

Muslim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dersa ku me jêgirt ruhê berxwedanê û dijberiya desthilatdariyê ye û yên ku xwedî vîna xwe ya azad in, wê bi ser bikevin û ji yekdestdarên desthilatdariyê hesab bipirsin, û ev yek naveroka Rêveberiya Xweser ku projeya me ya ku em dixwazin giştî bikin.

Her wiha axaftin hatin kirin ji aliyê nûnera Partiya Nûjeniya Demokratîk Heyfa Mehmûd û hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê û derbarê serhildanê de axivîn, ku ev serhildan rûyê rastî yê desthilatdariya stemkar û rewşa jiyana hevbeş eşkere kir, ku îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkarin.

Beşdaran pirs û tevlîbûn kirin, pesnê serhildana kurdan li Sûriyê û şoreşa Sûriyê dan, ku daxwazên gelên Sûriyê ji bo bidestxistina Sûriyeke yekgirtî, piralî, demokratîk û nenavendî pêk bînin.

Follow Me