Meclîsa Sûriya Demokratîk

Reqa.. Komxebateke diyalogê ya MSD`ê ya bi sernavê “Ronahî di dîroka jina Sûriyê de”

Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk îro Şemiyê 12ê Adarê, bi boneya pîrozbahiya roja cîhanî, hemû çalakvanên femînîst di rêveberiyên sivîl, meclis û partiyên siyasî de û kesayetiyên serbixwe vexwendin, komxebateke diyalogê bi navê “Ronahî di dîroka jina Sûriyê de” li navenda wê li Reqayê, lidar xist.

Rêvebera nivîsgeha Jinê Zebiya El-Nasir di wê civînê de axivî û got: “Jinên Sûriyê xwedî dîrokeke pir dirêj e û digihêje beriya desthilatdariya Osmaniyan li Sûriyê ye, ku jinên sûrî ji bo derbaskirina kêşeyên berê bi riya curbecur şêweyên tevgerê yên ku wan pejirandibûn xebitîn, ji bo nêrînên xwe bînin ziman û dengê xwe bigihînin hevpîşeyên xwe yên civakê.”

El-Nasir dinaxaftina xwe de balkişand li ser mînakên jinên Sûriyê di dîroka hevdem de, ku karîbûn di sedsala borî de şopek berbiçav bihêlin, wek Mariana Meraş û Marî El-Ecmî, ta Zekiya Henano, ku beşdarî şerê li dijî Fransiyan bû û paşê Sureya Hafiz, Cîhan Mûselî, Suad Nofel û yên din.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê di destpêka sala 2011`an de, tevlêbûnek eşkere ya jinê di wê de hebû, lê herêm di sala 2014`an de bû şahidê avakirina Rêveberiya Xweser, ji ber ku bi zêdekirina xebatên jinan re, tevlîbûna jinan nêzî 50 ye. %

El-Nasir anî ziman ku “jinan li herêmên me cihekî girîng girtine, berovajî herêmên din ên Sûriyê, bi saya piştgiriya îradeya siyasî ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve ku piştgiriya mafên jinan dike.”

Li ser pêşketina rewşa jinên Sûriyê, Berdevka Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Kesk a Idlibê Meysûn Mihemed got: “Karê me pêşxistina rewşa jinên Sûriyê û civaka Sûriyê ye” piştî serpêhatiyên jinan li Idlibê ku ji aliyê rêxistinên tundrew ve tê kontrolkirin, kişandin.

Di vê komxebatê de çalakiyên roja cîhanî ya jinê bi dawî hatin, ku Nivîsgeha Jinê di Meclisa Sûriya Demokratîk de beşdar bû di piraniya wan de, têde çendîn çalakî, aheng û belavkirina kulîlkan bi hevrêzî ligel platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê.

 

Follow Me