Meclîsa Sûriya Demokratîk

El-Şehba.. Ofîsa Jinê komxebatek li ser hevpariyê û rola jinê lidar dixe

Di bin diruşmeya “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin”, hevdem bi çalakiyên 8’ê Adarê re, Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk li herêmên Şehba li gundewarê Helebê komxebateke diyalogê lidarxist di bin navê jiyana wekhev ya azad / hevparî , ku gelek çalakiyên jinan, saziyên jinan, partiyên siyasî û kesên bi pirsgirêkên mafên jinan re eleqedar beşdar bûn.

Di komxebatê de li ser xala ya yekemîn; nîqaş hat kirin li ser jiyana hevpar, endamê nivîsgeha têkiliyên giştî di Meclisa Sûriyeya Demokratîk Mihemed Hesen têgeha jiyana hevparariyê rave kir û got, “Ew mêtingeheke yekemîn di dîrokê de tê dîtin, ji saziya zewacê dest pê dike û heta digihê pratîkkirina xebatên îdarî, siyasî û aborî.”

Di xala duyemîn de ku ronî avêt ser mijara demokrasî û guhertina civakan, endama Buroya Jinê Lemiya El-Xelef li ser rola jinan di vejîna civakan de bi taybet rola wê ya siyasî û civakî axivî.

El-Xelef bandora erênî ya ezmûna jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir, ku jin di biryardanê de cih digirin û di hemû qadan de mil bi mil bi mêran re bi sîstema hevserokatiyê beşdar dibin.

Komxebat ji aliyê rêvebera Buroya Jinê Zeyneb Qenber ve bi dawî bû û diyar kir ku rewşa geşbûn û pêşketina civakan pêwîstî bi hemû hewldan û enerjiya civakê heye û divê em rola jinan di hemû qadan de xurtir bikin da ku karibin bi ser bikevin û berpirsyariyê rakin û hêzkirina wan di warê siyasî û civakî de û bi têkoşîna hevdem ya jin û mêran re.

Follow Me