Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Buroya Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk çalakiya xwe ya duyemîn li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê lidar xist û semînera diyalogê ya bi navê Jinên Sûriyê (Rewş, Pirsgirêk, Destkeftî) lidar xist. Di bin dirûşmeya “Em bi hev re şoreşa xwe diparêzin û axa xwe azad dikin.” Bi amadebûna kesayetên femînîst, siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî.
Rêvebera Buroya Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk a Helebê Necla Hemze di destpêka axaftina sempozyûmê de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya vê rojê û têkoşîn û xebata jinên pêşeng ên ku daxwaza wekhevî û edaletê kirin.
Ji aliyê xwe ve endama Buroya Jinê Cîhan Mihemed Elî amaje bi rewşa jinên Sûriyê û êş û azarên wan kir û got: “Ji damezrandina hizra desthilatdariyê heta niha siyaseta ku li hember jinan hatiye meşandin ev e siyaseta du standardên li hember jinan, ji aliyekî ve îddîa dike ku piştgiriya mafên jinan dike, lê ew wek formalîte maye û ev yek jî bi ragirtina wî ya li ser hin madeyên Sîdaw diyar dibe.
Têkildarî tevlîbûna jinan a di qada siyasî de jî wê got ku desthilatdariya serdest ji bo astengiyan li pêşiya beşdarbûna jinan di qadên jiyanê de bi taybet di nava siyasetê de dudil nake û wiha got; Madeyên destûrî, nemaze ji ber ku ti madeyek di destûra Sûriyê de nîne ku rêjeya beşdariya jinan (kota) diyar bike, herwiha yasaya rewşa kesayetî.
Wê bal kişand ser kêşeyên li hember jinan li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got ku rola jinan li wan deveran di hemû aliyên jiyanê de bi temamî pûç dibe, ji ber ku jin li wan deveran rastî girtin, nebûna bi darê zorê û êrîşa sêxsî.
Wê bal kişand ser rola pêşeng a jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû astên leşkerî, siyasî, civakî, aborî û çandî de.
Her wiha destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê siyasî û dîplomasiyê de, karîbûn xwe îspat bikin û beşdarî gelek konferansên navneteweyî yên ji bo nîqaşkirina pirsgirêka Sûriyeyê bûne û bi tevlîbûna xwe di danîna biryarên siyasî de rengekî demokratîk li van têkiliyan dan.
Sempozyûm bi tevlîbûnên beşdaran bi dawî bû û têde behsa giringiya rola jinan di civakê de û pêwîstiya beşdariya wê di karê siyasî de hat kirin û behsa çareseriyan kirin, bi taybetî di derbarê guhertina yasayan û parastina mafên wan ên destûrî, ku ji astengên herî girîng ên li pêşiya jinan bûn û hîna jî.
Beşdaran tekezî li ser pêwîstiya avakirina sîstemeke siyasî ya demokratîk kirin ku mafên wan garantî bike û li ser destûrî be, zêdekirina hişyarî û perwerdekirina jinan û rêjeya beşdarbûna wê di hilbijartinên parlamentoyê û navendên biryardanê de, û rakirina parêzbendiyên derbarê madeyên Sîdaw de, û giringiya cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê, bi taybetî biryara 1325 û biryarên paşerojê yên ku parastina jinan di pevçûnan de dike û bi awayekî aktîf tevlî proseya aştiyê dike.