Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Serokatiyê pêşhatên dawî û encamên wan li ser rewşa Sûriyê gotûbêj dike

Roja Pêncşemê 3ê Adarê, Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê lidar xist, ji bo gotûbêjkirina pêşhatên navdewletî û herêmî û bandorên wan li ser kirîza Sûriyê.

Di civînê de kurtedîtineke siyasî ya berfireh ji aliyê desteya cîbicîkar ve hate nirxandin û ronahî avête ser pêşhatên ku li cîhanê diqewime û kêşeyên li pêş navçeyê di warê siyasî, aborî û ewlekarî de.

Li ser pêşhatên dawî yên li Ewropa û şerê Rûsya û Ukrayna, di civînê de hat destnîşankirin ku diyalog û danustandinan rêya herî ewle ye ji bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî û bijardeyên leşkerî jî tekezkir li ser têkçûna xwe di çareserkirina kêşe û kirîzên navdewletî û herêmî de.

Di civînê de pêşhatên proseya çareseriyê li Sûriyê, hewlên çareserkirina kirîzê, û bandora şerê Ukraynayê li ser rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin, ku sala 12an derbas dike ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de.

Beşdaran bi yekdengî li ser pêwîstiya parastina bingehên niştimanî û daxwazên rewa yên gelê Sûriyê ku di sala 2011an de derketine, ji bo pêkanîna guhertina demokratîk û bidawîkirina sîstema sitemkariyê li hev kirin.

Di civînê de herwiha nîqaş hat kirin li ser têkçûna rewşa jiyanê li navçeyên cuda yên Sûriyê û têkçûna aborî, ku gelê Sûriyê berdêla wê li ser erdnîgariya Sûriyê dide, û Meclisê daxwaz ji aliyên Sûriyê kir ku dest ji nakokiyan berdin û lihev kom bibin li dor pirensîpên şoreşa Sûriyê ya rasteqîne û bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê di Sûriyeke demoqrat û nenavendî de ku rêzê li pirrengî û cihêrengiyê bigire.

Endamên Meclisa Serokatiyê ji partiyên siyasî û civakî, çarçew û aktorên civaka sivîl ; nêrîn û pêşniyar pêşkêş kirin derbarê proseya siyasî û riya ku “MSD” serkêşiya wê dike, û wan daxwaz kirin xurtkirina hevdîtinan bi kesayetî û hêzên Sûriya demoqratîk re û serxistina vê rêyê bi gihandina lihevhatineke berfireh di navbera hêz û pêkhateyên Sûriyê de ji bo bidawîkirina parçebûn û girêdayîbûna ku Opozisiyona niha diyar dike.

Ji aliyê rêxistinî ve, di civînê de rapor û kaxezên ku ji ofîs û nûneratiyên “MSD” li hundir û derveyî Sûriyê hatine wergirtin, hatin gotûbêjkirin.
Beşdaran herwiha gotûbêj kirin li ser riyên pêşxistina karê rêxistinî û tekezî hat kirin li ser nasnameya meclisê weke çarçove û hevbendiyê ji bo hêzên Sûriyê yên ku ji bo Sûriyeyeke yekgirtî têdikoşin bi rêya pirojeya niştimanî ya ku ew wek modelekê di rewşa Sûriyê de birêve dibe.

Follow Me