Bi hatina cejna jinê; Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk yekemîn çalakiyên xwe lidardixe bi boneya cejna jinê ku her sal dikeve 8’ê Adarê.
Yekemîn çalakiyên jinan li bajarê Dirbêsiyê li bakurê bajarê Hesekê bû, li wir civînek lidarxist bi beşdariya ofîsên jinan yên partiyên siyasî, jinên di saziyên rêveberiya xweser, rêxistinên civaka sivîl û bi beşdariya çalakvanên mafên mirovan.
Endama Buroya Jinê Bedî’a Erebo têkildarî têkoşîna jinan û berdewamiya têkoşîna wan a ji bo bidestxistina mafên xwe û bidawîkirina neheqî û zilma li ser jinan axivî.
Her wiha bal kişand ser rola pêşeng a jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di hemû qadan de kariye afrîneriyê bike; di hemû warên civakî, çandî, siyasî û heta leşkerî jî karîbû qalibê serdest biguherîne.
Endama Buroya Jinê Manal Hac Elî, dîroka tevgerên femînîst ên li cîhanê nirxand û sedemên ku Neteweyên Yekbûyî hişt ku 8’ê Adarê weke roja cîhanî ya pîrozkirina roja jinan were qebûlkirin, destnîşan kir.
Her wiha wê bal kişand ser pêngava jinan li herêmên Rêveberiya Xweser bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê ji navend û desteyan û rola wan ya bibandor di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de.
Di heman demê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û bang kirin ji bo xurtkirina tevlêbûnê û veguheztina ezmûna pêşketî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berfirehkirina wê ji bo hemû herêmên Sûriyê.