Di bin diruşmeya “ Ber bi nerîneke hevbeş ji veguheztina siyasî re” Nivîsgeha têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk û komxebatek birêxistin kir tê de partiyên siyasî yên çalak li bajarê Minbicê û gundewarê wê civiyan, roja Şemiyê 27’ê Sibatê li hola civînan li baregeha Partiya Sûriya Pêşerojê.
Endama Nivîsgeha Têkiliyan Jiyan Mela Mehmûd ji beşdaran re daxuyakirin ku armanc ji vê komxebatê: “gotûbêjkirina veguheztina siyasî û avakirina nerînek hevbeş ku alîkar be bi partiyan re û hevkariya wan bihêz bike û avakirina zemîneke niştîmanî rûbirûyî astengiyan bibe û çareseriya siyasî ji kirîzê re bidest bixe.
Mele Mehmûd, diyar kir ku “em dixebitin bo komkirina gotinê, û çalakvanên Sûriyê ku ew hek ji karên sereke yê naskirina siyaseta Meclisa Sûriyeya Demokratîk e, ku bûye fakterekî bingehîn di rewşa Sûriyê de bi giştî.”
Di komxebatê de sê mijar hatin nîqaşkirin; Yekem ji wan “alternatîfa çaverêkirî” û rola partiyên siyasî di vê yekê de gotûbêj kirin, beşdaran bi yekdengî li ser girîngiya rola “MSD” di vê qonaxê de hemfikir bûn, ku îsbat kir ew xala guherîneke demokratîk e ku helwêsteke niştîmanî hildigire, xwedî projeyek nîştîmanî ye wek alternatîfeke siyasî ku ji zemîna Sûriyê û pirengiyê dertê, berovajî desthilatdarên serdest bi nêzîkatiya yekpartî û bandora têkçûna opozîsyona girêdayî derve (Tirkiye).
Di Xala duyemîn nîqaş hat kirin li ser civaka navdewletî û têkiliyên wê bi partî û aliyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Minbicê bi taybetî re, ku MSD karîbû bibe sîwaneke siyasî ji bo gelek partî, çarçew û tevgerên siyasî xwe weke hevparê sereke li ser axa Sûriyê ferz bikin.
Di xala sêyemîn de, jî nîqaş hat kirin li ser armancên Meclisa Sûriya Demokratîk, pirojeya wê ya siyasî û rêya ku tê re derbas dibe ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî ajandayeke niştimanî li ser bingeha lihevhatina Sûriyê bi rêya diyalog û danûstandinan dûrî dûrxistin û cudabûnê.
Hêjayî gotinê ye ku jiyana siyasî û avakirina partî û rêxistinên siyasî çalak bû, piştî rizgarkirina Minbicê di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve.