Meclîsa Sûriya Demokratîk

Buroya Jinê komxebateke diyalogê li ser rola jinê di pêşxistina civakê de li dar dixe

Duh şemiyê, Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk duyemîn komxebata diyalogê li ser jinê û rola wê di pêşxistina civakê de li navenda xwe ya li Reqayê li dar xist, bi beşdariya endam û rêveberên meclisên jinan û Kombûna Jinan a Zenobiya li gundewarên başûr û rojhilatê Reqayê, bi armanca ku jinên gundan di civakê de bi hêz bike.

Komxebatê balkişand ser rola sereke ya jinan di pêşvebirina civakên kevnar û nûjen de û şiyana wê ya ji bo pêkanîna guhertinên erênî di wan civakan de, tê de endama Buroya Jinê Newroz Ebdulrehman li ser girîngiya aktîvkirina rola jinê û beşdarbûna wan di warên cuda de, bi taybetî civakî û siyasî.

Ebdulrehman wiha pê de çû: “Ji ber rewşa geşbûn û pêşketina ku civak dibînin, pêwîstiya me bi hemû hewldan û enerjiyên civakê heye, û eger em rola wan ya civakî bicemidînin, emê nîvê enerjiya civakê winda bikin, ji ber ku jin nîvê civakê ye.”

Rêvebera Nivîsgeha Jinê di Meclisa Sûriya Demokratîk de Zebiya El-Nasir di xala duyemîn de axivî li ser rola jinên gundan di çandinî, pîşesazî, leşkerî, dermankirin û karên din de.”

Ji aliyê xwe ve jî amadebûyan beşdarî kirin di pêşkêşkirina girîngtirîn zehmetî, astengî û kêşeyên li pêşiya jinan bûn, ji wan adet û nerîna nerênî li ser jinên kedkar, paşverûtî û çanda şermê û hevsengkirina kar, erkên malê û tenduristiya jinan.

Di dawiyê de jinên beşdar ev çalakî û sûdmendî û xwebaweriya mezin a ku bi dest xistine bilind nirxandin û ew ê ji erkên xwe yên di meclisên jinan de vê yekê derbasî nava jinên gundan bikin û ji bo semîner û civînên pêş de amade bin, da ku jin di aliyê civakî de bi hêz bikin û civakê pêş bixin, piştî bihêzkirina wê di aliyê siyasî.

Follow Me