Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi şêx oldaran re civiya li ser geşedanên kirîza Sûriyê û rola oldaran di nêzîkiririna nêrînan û avakirina hevrêziyê di navbera pêkhateyan de gotûbêj kirin.
Di destpêka civînê de endamê desteya serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Merî El-Şiblî behsa pêşhatên dawî yên li qada navdewletî û herêmî, pêşhatên dawî yên li herêmê û girîngiya rola oldaran di civakê de.
El-Şiblî amaje bi bûyerên vê dawiyê yên li zindana El-Sînaa ya bajarê Hesekê kir û diyar kir ku ew komployeke bû bi armanca têkbirina aramiyê û têkbirina ewlehiya herêmê ye, wî tekezî kir li ser giringiya avakirina dadgehên navdewletî ji bo dadgehkirina serkirde û endamên DAIŞê li herêmê.
Herwiha amaje bi siyasetên berdewam ên Tirkiyê li dijî sivîlan kir, û dagîrkeriya Tirkiyê berdewam e li ser guhertina demografiya navçeyên dagîrkirî li Sûriyê û avakirina bajarokan bi piştevaniya Komeleyên Kendavê (Qeterî û Kiweytî) ji bo pêkanîna armancên Tirkiyê yên berfirehtir li Sûriyê.
Li ser rêya çareserkirina kirîza Sûriyê, El-Şiblî di dawiya axaftina xwe de got ku çareserî di berdewamkirina rêya diyaloga berfireh a Sûrî-Sûrî de ye di navbera hemû pêkhateyên gel de, da ku nêrîneke siyasî derxînin holê û cîbicî kirina biryara 2254, û danîna destûreke nû ji bo welat ku daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî pêk bîne.