Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê, hevdîtinek kir bi şêx û rûsipiyên taxên “El-Xiwêran û El-Zihûr”, yên ku ziyan dîtine di encama êrîşa şaneyên rêxistina terorîst ya DAIŞ li ser zindana pîşesazî li bajarê Hesekê.
Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk pêk hat ji hevseroka wê Emîna Omer, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Cizîrê Dr. Hisên Ezam, endamê Meclisa Rêvebir Sabit Cewher û endama Nivîsgeha Jinê Menar Hec Elî.
Ji aliyê xwe ve şanda her dû taxên Xiwêran û El Zihûr ji bêtirî 30 şêx û rûsipiyan pêk hat, civatê behsa rewşa herêmê bi giştî kir û bajarê Hesekê û herdû taxan bi taybetî.
Meclisa Sûriya Demokratîk pesn da rola bi rûmet û nirx ya êlên Ereb ên ku li taxên Hesekê dijîn û helwesta wan û hevkariya wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekarî re yên ku ji bo vegerandina ewlekarî û aramiyê piştî rewşên awarte re lez kirin, bilind nirxand.
Herdu aliyan serkeftina rewşa hemahengî û hevsengiyê di navbera pêkhateyên herêmê de pîroz kirin, tevî komkirin û gurkirina nakokî û fitneyê ji aliyê kesên destdirêjî li ser pirojeya Rêveberiya Xweser kirin di dema hewlên rêxistina terorîst a cîhanî bo azadkirina serkirde û endamên wê ku di girtîgehên Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtî ne.
Ji aliyê xwe ve şêniyên taxên “ El-Xiwêran û El-Zihûr ” bang li hevpeymaniya navdewletî, Netewên Yekbûyî û welatên çalak di dosya Sûriyê de kirin ku hevkarî û piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk û navçeyê bikin ji bo ewlekarî û aramiyê, û xurtkirina parastina girtîgehên ku hêmanên rêxistina terorê lê dihewîne û ji bo ku van sûcdaran radestî dadgehên ku bi taybetî ji bo vê yekê bêne avakirin bixebitin.
Meclisê guh da daxwazên şêniyên taxan, yên ku bal kişandin ser vegerandina jiyanê li taxê, herwiha qerebokirina kesên ziyandar, başkirina binesaziyê, û veguhestina girtîgehan ber bi cihên bihêztir û derveyî cihên niştecihbûnê.
Di 20’ê Çile de, zindana Sînaa li Hesekê rastî êrişa şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê hat û di encamê de Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kirin ji bo kontrolkirin û vegerandina ewlehiyê piştî êrîşa herî tund ji Adara 2019’an ve ku “QSD’ê” û hevpeymaniya navdewletî têkçûna rêxistinê ya erdnîgarî pêk anîn li dawîn baregeha wê li Dêrezorê.