Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi nûnerên partiyên siyasî yên çalak li bajarê Kobanê li gundewarê rojhilatê Helebê civiya, ji bo gotûbêjkirin û guftûgokirina li ser veguhertina siyasî û rêyên pêşxistina nêrîneke hevbeş.
Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk komxebatek ku piraniya partiyên siyasî li bajarê Kobanê tê de beşdar bûn, li darxist û derbarê armanca komxebatê de, berpirsên Nivîsgeha Têkiliyan gotin ku ew hewl didin nêrîneke hevbeş biafirînin û bihêz bikin hevkariya di navbera pêkhateyên siyasî de weke pêwîstiyeke niştimanî ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û çareserkirina kirîza Sûriyê.
Komxebatê sê mijar girtin dest; yekem ji wan taybetiyên alternatîva sêyem û rola partiyên siyasî di vê yekê de gotûbêj kirin û beşdaran bi yekdengî li ser giringiya rola MSD di vê qonaxê de hemfikir bûn, ku ew projeyek niştimanî ye li ser xaka Sûriyê birêvediçe û xwedî ezmûnek û modêlek pêşketî ye di rêveberiyê de.
Di xala duyem de rola civaka navdewletî di warê pêşdebirina piroseya siyasî bi serpereştiya Sûriyan, ku welat ber bi ewlehiyê ve bibe, hate gotûbêjkirin. Her wiha di vê çarçoveyê de rola dewletên çalak di dosyaya Sûriyê de û bandora wan li ser forma dawî ya çareseriya Sûriyê hate gotûbêjkirin.
Xala sêyem jî; gotûbêjkirin hat kirin li ser armancên Meclisa Sûriya Demokratîk, pirojeya wê ya siyasî û rêya ku tê de ye ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gor ajandayeke niştimanî li ser bingeha lihevhatina Sûriyan bi rêya diyalog û danûstandinan dûrî dûrxistin û cudabûnê.
Di dawiya komxebatê de, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Kamil Hezber, ev beşdariya partiyên Kobanî bilind nirxand û bal kişand ser girîngiya komkirina pêkhateyên Sûriyê û peydakirina girêdanên hevrêzî û hevkariyê di navbera wan de li aliyekî û li aliyê din di navbera wan û MSD’ê de ye.
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de; dixebite li ser lidarxistina civîn û komxebatan bi pêkhateyên siyasî yên Sûriyê re li hundir û derveyî welat ji bo gihiştina nerînên hevbeş yên ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bînin û daxwazên wan ên ku ji sala 2011an ve derketine pêk bînin.