Bi armanca bihêzkirina jinan di civakê de û bidestxistina wekhevî û geşepêdana rasteqîne, Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk de, îro Çarşemê 09.02.2022’an de Komxebateke diyalogê li ser jinan û rola wê di pêşxistina civakê de li dar xist li hola civatan ya navenda wê li Reqayê, bi amadebûna rêveber û endamên meclîsên jinan û Kombûna Jinan a Zenobiya li xetên bakur û rojava yên gundewarên bajêr.
Komxebatê bal kişand ser rola sereke ya jinan di pêşvebirina civakên kevnar û hemdem de û hêza wê ya ji bo guhertina erênî, ji erkên xwe yên takekesî destpê dike û piştre malbatî ku bigihêje nifş, civak û welatan û bigihêje pêşketinê, Fatima El-Mihemed Buroya Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk axivî: “Ji destpêka Dehsala Navneteweyî ya Jinan û heta Konferansa Bekînê di sala 1996’an de, guhdan zêde bû ji bo bihêzkirina jinan û dana derfetê bo wan ku ew rola xwe mîna mêran bi bandor bikar bînin û beşdarî biryargirtinê di warên cihêreng ên çandî, jiyana civakî, siyasî û aborî de.
Di Komxebatê de sê xalên sereke hatin nirxandin, yekem pênaseya rola jinê, ya duyemîn jî rola jinên gundî di çandinî, pîşesazî, çekdarî, derman, kar û yên din de, ji ber vê yekê divê em rola civakî bilind bikin ji jinan re û bi awayekî berdewam piştgiriya wan bikin û ji bo derbaskirina hemû zehmetiyên ku rû bi rû dimînin bixebitin da ku bi xwe bawer bin û karibin berpirsyariyê bigirin.”
Di dema ku jinên amade beşdarî nîqaşê bûn û girîngtirîn zehmetî, astengî û pirsgirêkên li pêşiya jinan, çand û kelepûr, nêrîna neyînî ji jinên kedkar re, paşverûtî û çanda şermê, ji bilî hevsengkirina kar, erkên malê, tenduristiya jinan, û kêmasiya hin karan bi xwezaya jinê re anîn ziman.
Rêvebira Komîteya Jinan ya Mişêrfê, Emîna Remezan kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna li vê komxebatê nîşan da û xwest ku ciwan û jinên ciwan di van çalakiyan de beşdar bibin, ji ber ku ev yek dibe alîkar ku şiyanên wan di paşerojê de pêşde bibin.
Rêvebera Komîteya Xatûniyê Xewla El-Îsmaîl jî diyar kir ku ev komxebat bi nirx bû û di pêşketina civakê de nêrîneke nû da pêşxistina jinê.
Kafe El-Kurdî, rêveberiya xeta rojava ya Xatûniyê, ya hevgirtina Jinan ya Zenobiya jî, destnîşan kir ku “Em weke jinên ku 5 sal in di Rêveberiya Xweser de dixebitin, ji vê komxebatê sûd wergirtin û di serî de jî em ê vê feyde û agahiyan ji jinan re ragihînin ku di civakê de rola pêşeng bigirin.”