Îro Komîteya Şopandinê ya “Kongireya Niştîmanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê” li bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê civiya; ji bo gotûbêjkirin û nirxandina encam û pêşkeftinên komîteyê di heyama salekê de ji karê wê di cîbicîkirina biryar û encamên kongireyê de.
Civîn bi beşdariya piraniya endamên komîtê yên ji herêm û rêveberiyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi amadebûna Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer û hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş.
Civînê destpêkir bi nîqaşkirina geşedanên li herêmê, zêdebûna êrîşên terorîstî, bûyerên girtîgeha pîşesazî û bertekên wê, herwiha hevseroka MSD Emîna Omer kurte şîroveyeke siyasî pêşkêş kir di derbarê rêyên çareseriyê û asoyên dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re
Omer ji amadebûyan re destpêşxerî û rêgezên di vî warî de şirove kir, û amaje bi wê yekê kir ku, tevî hemû astengiyan, Meclisê kariye destkeftiyek rasteqîne di warê hevdîtina bi Sûriyan re û gotûbêjkirina çareseriya li Sûriyê û di destên niştimanî de bike.
Di civînê de biryar û encamên Kongireya Niştîmanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê hatin nirxandin û di rûniştina ku ji bo şopandina pêkanîna biryaran de encamên civînan û xebatên komîteyê hatin nirxandin.
Komîteya Şopandinê ji “Kongireya Niştîmanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê” di Mijdara 2020’an de encamda, Kongireya ku piştî sêzdeh semînerên diyalogê li herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser hatin lidarxistin, biryar da di encamnameya xwe de hevdeh xal destnîşan kir bo berfirehkirin û nûjenkirina rêveberiyê û tevlîbûna civakê.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebdilmehbaş destnîşan kir ku komîte di dema xebatên xwe de bûye palpiştek ku rêça rêveberiyê û saziyên wê bi rê ve dibe û sererast dike, kêmasiyan tespît dike û kar dike bi wêrekî, cesaret ji bo pêkanîna encamên kongireyê û pêkanîna bendên wê.
Di vê heyamê de rêveberiyê kar li ser nivîsandin û derxistina gelek yasayan kir û kampanyayên dijî gendeliyê dest pê kir û komîte bi raporên xwe yên îdarî, aborî û ewlehiyê alîkariya rastkirin û dirustkirin û teşwîqkirina avakirina ofîsên taybet, yasa û sazîkirina dezgehên rêvebiriyê.
Endamên komîteyê pabendbûna Rêveberiya Xweser û bersivdana wê ji bo cîbicîkirina encamên herî diyar ên konferansê bilind nirxand, Rêveberiya Xweser gavên pêşketî di sererastkirina peymana civakî de avêt, û biryar hat dayîn ku hilbijartinên girîng di Rêveberiya Xweser de bên lidarxistin, di heyama îsal de û gelek tiştên din ên girêdayî başkirina rewşa jiyanê û yasayîkirina saziyên ewlehiyê.
Di dawiya civînê de; hevseroka MSD, Emîna Omer spasî da endamên komîteyê ji bo serkeftina wê çi kirine. Bi vî awayî dema qanûnî ya ku ji aliyê Kongireya Niştîmanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê ve hatibû dayîn bi dawî bû û di ser lidarxistina kongireyê re salek derbas bû.