Roja Sêşemê 8’ê Sibatê, Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk civîna xwe ya salane lidar xist ji bo nirxandina pêvajoya karê xwe di sala borî de, herwiha destnîşankirina astengiyan li pêşiya jinên Sûriyê bi giştî, û pêşxistina bername û plansaziyan di sala niha de ji bo zêdekirina hebûna jinan û beşdariya wan di hemû astan de berfireh bike.
Di civînê de hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk û serokatiya Buroya Jin, komîte û şaxên nivîsgehê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şehbayê hatine belavkirin, amade bûn.
Di civînê de rewşa siyasî ya niha ji kirîza Sûriyê, aloziyên rewşa giştî li welat û pêşhatên dawî li navçeyên Sûriyê bi taybet bûyerên girtîgeha pîşesazî li Hesekê û hewlên rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de raporta siyasî ya ku ji aliyê ofîsê ve hatiye amadekirin hate nirxandin; destwerdana alî û aktorên navdewletî û herêmî û bandora wê li ser rêya çareseriyê û rola nerênî ya dewletên herêmê bi taybetî dewleta Tirkiyê ku beşeke mezin ji axa bakurê welat dagîr kiriye û astengkirina wê ji hewldanên navneteweyî û herêmî re ji bo çareserkirina nakokiyan.
Beşdaran bi riya tevlîbûn û nîqaşên çêker, rewşa siyasî bi giştî nirxandin, li ser mijara çareseriya siyasî, rêyên navneteweyî yên ku hatine pêşniyarkirin, hebûn û beşdariya jinan di nava hewldanan de.
Di civînê de herwiha rola jinên Sûriyê bi giştî hatin gotobêj kirin, kêşeyên ku rûbirûne li ser cudabûna herêmên hebûna wan li ser erdnîgariya Sûriyê, û binpêkirinên li dijî jinan li bakurê rojavayê Sûriyê bi taybetî herêma Efrînê ku ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiyê, herwiha El- Qaîde û paşmayên DAIŞê ve hatiye dagîrkirin.
Herwiha beşdaran behsa rewşa sînordarkirina jinan li navçeyên di bin kontrola desthilata Şamê de û kêmkirina jinan di nav opozisyona Sûriyê de kirin, di heman dema ku di civînê de rewşa pêşketî ya jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nirxandin û pesnê wan hate dayîn, li ser hebûna wan a cihêreng di hemû saziyên îdarî, siyasî û civakî de û rola wan a dîplomasî ya berçav, û rola wan di parastina herêmê û şerê li dijî terorê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin de.
Li ser asta rêxistinî; Civînê balkişand ser sazîbûna nivîsgehê û rola wê di hêzkirina jinan û xurtkirina hebûna wan di jiyana siyasî û biryargirtinê de, piştî bikaranîna hemû çarçew, rêxistin û saziyên sivîl û siyasî ji sîstema hevserokatiyê re ku jin beşdariyê dike di rêvebirin û Fermandariyê de.
Di dawiya civînê de; wan tekezî li ser pêşketina di rêya bihêzkirina jinên Sûriyê di hemû astan de kirin, û karkirina li ser beşdariya rasteqîne ya jinan di hemû xebatên navdewletî de ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.
Li ser asta niştîmanî, beşdadan tekezî li ser giringiya danûstandin û avakirina piran bi jinên Sûriyê re û hemahengiya bizavên ronîkirina pirsa jinan û mafên wan kir, da ku bibe dergehek ji hemû aliyên Sûriyê re ji bo hevdîtinê û avakirina lihevhatineke berfireh ji bo gihîştina Sûriyeke piralî, demokratîk û nenavendî, ku tê de mafên jinan di destûrê de parastî be.
Add comment