Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser serkeftineke mezin bi dest xist û divê di qonaxa bê de hewleke ducar bide

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed got ku “Rêveberiya Xweser bi serkeftinên xwe serkeftineke mezin bi dest xist û divê di qonaxa bê de hewleke ducar bide” û ya ku vê ezmûnê cuda dike balkişandina wê ye li ser Xebat û nêzîkbûna ji girseyên gel re û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de û “projeya me ya bingehîn û stratejîk e ku em li ser dixebitin.”, ji bo giştîkirina wê li tevahiya erdnîgariya Sûriyê.

Ev yek di civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha hat gotin; Ji bo guftûgokirina xebatên di sala derbasbûyî de û pêşxistina plansaziya çalakiyê ya sala 2022’an, Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya civîna du rojan de gotarek pêşkêş kir, bi degeşedanên herî girîng, bûyer û pêvajoya êrîşa li ser zindana Hesekê dest pê kir, “Kampanya êrîşa li ser zindana Hesekê plana ragihandina duyemîn a DAIŞê bû, û armanckirina cîgirê El-Bexdadî li Idlibê ji aliyê koalîsyonê ve û kontrolkirina girtîgehê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve peyameke zelal e.”

Wê berdewam kir ku “Şerê li dijî terorê ne tenê ji aliyê leşkerî ve tê kirin, lê belê çandî, civakî û xizmetguzarî ye û şehîdên ku me dane, qurbanî ne ji bo berdewamiya aramiya navçeyê”, Ehmed destnîşan kir ku kêşeya duyemîn jî dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina wê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û êrîşên wê hevdemî li gel tevgera rêxistina terorîst a li Hesekê ye.

Ehmed amaje kir ku “Ew komên ku dewleta Tirk piştgirîya wan dike ne nerm in, DAIŞ û El-Qaîde ne, û lêkolînan tekez kir ku plana êrîşa li ser zindana Hesekê ji Serê kaniyê dest pê kiriye.

Ehmed diyar kir ku desthilatdariya Şamê bi rêya ragihandin û axaftinên xwe yên fermî herêmê û pêkhateyên wê dike hedef û destnîşan kir ku ew di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de ji bo parastina destkeftiyên gelê Sûriyê û pêkanîna guhertina demokratîk dixebitin.

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de rola sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di rûbirûbûna terorê de û rola stratejîk a jinan di rastkirina riya rêveberiya xweser de bi hêzkirina wan û tevlîkirina wan di biryardanê de bilind nirxand.

 

Follow Me