Li paytexta Nemsa Viyênayê “Navenda Sûriyeya Demokratîk” komxebateke diyalogê organîze kir ji bo axaftina li ser bîrewerê nemir yê Sûrî Cewdet Seîd, bandorên wî yên rewşenbîrî û rola wî di civakê de.
Di sempozyûmê de kesayetiyên Sûrî yên siyasî û civakî beşdar bûn, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar ku li Nemsayê dimîne, bi kurtî li ser jiyana bîrewerê Sûrî Cewdet Seîd û bandorên wî yên rewşenbîrî pêşkêş kir.
Derar lêvegerek kir li ser pirtûka nemir “Heta ku ew tiştê di xwe de ye biguherînin” , rêça bê tundî û rêbaza nermbûnê û dûrketin ji tundûtûjiyê ku ji hêla Cewdat Seîd ve hatî pejirandin nirxand.
Di dirêjahiya jiyana xwe ya dirêj de, Cewdet Seîd bandorek wêjeyî û rewşenbîrî hişt, ji ber ku wî gelek pirtûk nivîsand, bi taybetî “Heta ku ew tiştê di xwe de ye biguherînin”, “Windabûna Hevsengiya Civakî” û pirtûka “Mezheba Kurê Adem yê yekem” ku di dawiya salên şêstî yên sedsala borî de derketibû û bi meyla xwe ya “bê tundî û sivîl” dihat naskirin, di dawiya meha Çile de li Stenbolê koça dawiyê kir.
Komxebatê bal kişand bi tevlîbûnên beşdaran li ser bûyerên vê dawiyê yên ku li bajarê Hesekê li bakur û rojhilatê Sûriyê qewimîn piştî ku rêxistina terorîst a cîhanî ya DAIŞê êrişî Girtîgeha Pîşesaziyê kir, ku tê de zêdetirî 4 hezar û 500 endam û serkirdeyên DAIŞê di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, ku piraniya wan biyanî ne.
“Navenda Sûriyeya Demokratîk” di Îlona 2021an de li paytexta Nemsa Viyênayê hat vekirin; te de çalakiyên curbicur pêşkêş dike, ku Sûrî tê de dicivin, diyalogê dimeşîne ji bo avakirina lihevkirinekê û pêkanîna nêzîkatiyên rewşenbîrî û siyasî, bi sponseriya Meclisa Sûriyeya Demokratîk.
Tê de komxebat û semînerên mehane û rûniştinên diyalogê yên heftane di bin navê “Maseya girover” de tên lidarxistin.