Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nivîsgeha Têkiliyên MSD’ê civîna xwe ya salane li dar dixe û stratejiya xwe ya pêş diyar dike

Roja Înê 4’ê Sibatê, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk civîna xwe ya salane li bajarê Hesekê bi amadebûn û beşdariya hemû komîte û şaxên nivîsgehê li hundir û nûneratiyên Meclisê li derve, lidar xist.

Nûnerên partiyên siyasî û çalakiyên sivîl û serokatiya hevbeş a Meclisê û serokê desteya rêvebir di civînê de amade bûn û tê de behsa pêşhatên dawî yên li herêmê hatin kirin û bilindbûna metirsiya DAIŞê piştî bûyerên zîndana pîşesazî li Hesekê û zêdebûna çalakiya şaneyên rêxistina terorîst a cîhanî.

Rapora siyasî ya Nivîsgeha Têkiliyan di nirxandina rewşa siyasî de; Tevahiya bûyerên ku cîhan şahidê wan e û encamên wan li ser kirîza Sûriyê û riya çareseriya wê li gorî hevbendiya navdewletî û herêmî û pejirandina siyaseta “ne şer, ne aştî”.

Di civînê de hat dîtin ku di nava krîzên ku cîhan dijî û derketina dosyayên nû; Dosyaya Sûriyê ne sereke ye ji welatên çalak re, digel têkçûna hewlên di rêyên naskirî yên Cinêv, Sotçî û Astana de ji bo dîtina rêyekê ji kirîza Sûriyê re.

Beşdaran daxwaza bijardeya rêya sêyem kirin bi rêya meclisa hêzên demokratîk û pêkhateyeke nû ji opozisyonê re ku bikaribe roleke rast di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û modeleke niştimanî û demokratîk pêşkêş bike, ku dê weke rêgezekê were pejirandin, ku bibe alternatîfa rejîma serdest a navendî ya ku di van dehsalên borî de krîz û tengasî anîn serê Sûriyê.

Di civînê de hat amaje kirin ku MSD’ê bi xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk ên li hundir û derveyî welat; piştî ku ezmûnên serketî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn, û rewşek pêşketî afirand û karîbû dozeke Sûriyê ku rê li ber veguherîna niştimanî ya Sûriyê veke û modeleke nûjen pêşkêşî bike, û ew jî Rêveberiya Xweser e, bi riya hevahengiya di navbera pêkhateyên wê de, tevî hewildanên gurkirina nakokî û aloziyan li herêmê.

Civîna salane dubare tekez kir li ser rêbaza MSD di avakirina piran de di navbera Sûriyan de û avakirina zemînekê ji bo rêkeftinên berfireh, çi di hundirê welat de, çi bi çarçowe û kesayetiyên sûrî yên li derveyî welat, û li ser têkiliyên bi civaka herêmê re, di civînê de tekezî li ser giringiya rola Ereban di çareserkirina kirîza Sûriyê de hat kirin û daxwaza avakirina peywendiyên bihêz li gel welatên erebî û hevkarîkirina ji bo gihandina çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re hat kirin.

Di asta navneteweyî de; Civînê daxwaz kir ku karê nûneratiyên Meclisê li derveyê welat zêde bikin û dorhêla peywendiyan di hemû astan de berfireh bikin ji bo xizmetkirina doza niştimanî ya Sûriyê û çareserkirina kirîza wê.

Di aliyê rêxistinî de; Ofîsê sîstemek nû destnîşan kir ku li gorî pêşketinan û rewşa kar e, ber bi sazîkirina wê û temamkirina tevgera dîplomatîk a çalak ya Meclisê li paytextên biryardayinên navneteweyî.

Civîn yekdeng bû li ser zêdekirina peywendiyan bi hêzên curbicur ên niştimanî re û berdewamkirina ber bi danîna gavên berçavtir ji bo ku “MSD” bibe navendeke niştimanî ya demokratîk a balkêş bi avakirina jîngeheke ewle û derbaskirina hemû astengiyan ji bo gihîştina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî wek di qonaxa pêş de rê û planek stratejîk.

Di civînê de guftûgo û pêşniyarên cidî û avaker ji bo pêşxistin û baştirkirina kar ji aliyê amadebûyan û nûneratiyên Meclisê li Waşinton, Ewropa, Misir û Herêma Kurdistana Iraqê hatin kirin û bi komek biryar û pêşniyaran bi dawî hat.

 

Follow Me