Meclîsa Sûriya Demokratîk

Eşîrên Reqqayê: Di aramkirin û jinavbirina DAIŞê de em ligel QSD’ê ne

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk civîneke ku tê de hejmarek ji kesayetî û şêxên êlên Reqa û gundewarê wê, li baregeha Meclisê li Reqayê lidar xist.

Di civînê de pêşhatên siyasî û pêşhatên dawî yên li qada xwecihî û herêmî hatin gotûbêjkirin, bi taybet bûyerên girtîgeha pîşesazî li taxa Giwêran a Hesekê û hewldana rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo kontrolkirina wê û azadkirina girtiyan û jinûve avakirina xwe li Sûriye û Iraqê.

Civînê bal kişand ser wê yekê ku ev armanckirina çend mijaran nîşan dide, bi taybetî jî paşxistina çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê li gorî biryarên navdewletî, ku jîngehekê ji çekdarên dewletên herêmê û desthilata Şamê re dirust dike ku planên xwe pêk bînin, di aliyê têkdana aramiyê û lêxistina pêkhateyan.

Ji bo pêşîgirtina hewldanên rêxistina terorê; Şêxên êlan pêşniyara tundkirina çavdêrî û kontrolkirina şaneyên rêxistinê kirin, û pêwîstiya hevpeymaniya navdewletî bi berdewamiya alîkarî û piştgirîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk heta jinavbirina dawî ya paşmayên DAIŞê.

Herwiha ji rûspî û şêxên eşîrên herêmê jî wiha jî pêşniyar kirin; ku Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam be bi aktîvkirina hemû kom û beşên civakê, bi taybet êlên ku xwedî girîngiyeke mezin in li tevahiya Sûriyê.

Follow Me