Di nava 5 rojên derbasbûyî de gelê me li bajarê Siwêdayê bi daxwaza azadî, rûmet û başkirina şert û mercên jiyanê bi xwepêşandanên aştiyane derketin, tevî dorpêça ewlehiyê ya zordar a desthilatdariya Şamê, Şoreşa azadî û rûmetê ranewestiya ye, ji ber ku hêvî di her kêliyê de pê re bû, tevî paşketinên ku di meşa wê de di deh salên derbasbûyî de derbas bûn, îro jî li Siwêdayê ruh di dilê hemû gelê Sûriyê de zindî dibe û nû dibe.
Şoreş ji rêya xwe derket piştî ku Îslama siyasî serdest bû û piştre jî rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û El Nûsra û komên çete yên ku di bin ferman û ajandeyên dagirkeriya Tirk de ji wan veqetiyan. Hemûyan jî xizmeta mayîna rejîma sitemkar kirin, ji ber ku armanca wan bidestxistina desthilatdariyê ye û ne bidestxistina mafên rewa yên gel e.
Tişta ku îro di tevgera gelêrî ya li Siwêdayê diqewime, vejandina şoreşê ye, şoreşeke ku daxwaza jiyaneke birûmet û parastina rûmeta xwe dike. Ev bizav ne tiştekî din e ji bilî serhildaneke nû ye di rûyê desthilatdariyê de ye û belgeyeke din e ku şoreşa mafan namire.
Meclisa Sûriya Demokratîk li kêleka tevgera şoreşgerî li Siwêdayê ye û pêşketinên wê ji nêz ve dişopîne, bang li serkirdeyên wê dike ku riya xwe bi rê ve bibin û rê nedin ti aliyekî ku wê ji riya wê ya aştiyane derxîne, ev pêvajoyeke ku daxwaza guhertin demokratîk dike û Sûriyê dike dewleteke dadmendiya civakî, azadî, wekhevî û yasayê.
Di vê derbarê de, Meclisa Sûriya Demokratîk hişyarî dide derbarê cidiyeta rewşa li Siwêdayê û nîgeraniyên xwe yên mezin derbirîn dike li ser bikaranîna desthilata Şamê ji atmosfera navdewletî, bi taybetî di demekê de ku cîhan mijûlî kirîza Rûsya û Ukranya ye û wê derfetekê dibîne ku tevgera şoreşger a aştiyane li wir bê berpirsiyarî û çavdêrî were têkbirin.
Li gorî vê yekê, Meclis bang li civaka navdewletî û bi taybetî hikûmeta Rûsyayê dike ku desthilata Şamê ji pêkanîna her komkujiyekê dûr bixe, ji her binpêkirina gelê me li Siwêdayê berpirsyar bibîne û wê bikşîne ser maseya diyalogê, û encamdana çareseriya siyasî weke tekane kilîta rizgariya gel û welat û aramiya deverê.
12’ê Sibatê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk