Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya boneya Roja Cîhanî ya Jinê

Her sal 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinê tê pîrozkirin, ev roj di encama têkoşînên dirêj û berdewam ên jinan ji bo dadwerî, rûmet, azadî û wekheviyê pêk hat.

Ji ber ku jin sembola fedakarî, avakirin, pêşketin û mirovahiyê ye, ji ber ku li pêşiya berjewendî, armanc û îstîsmarkirina çîna serdest disekine, her tim bi cûrbecûr sitem û zordariyê re rû bi rû maye.

Di heyama 11 salên şerê Sûriyeyê de, ku barê jinên Sûriyeyê giran kir, di vê têkoşînê de para herî mezin a jina Sûriyê ye, ji ber ku herî zêde rastî neheqî û zilmê hatiye; jinên sûrî bar û erkên mezin girtine ser milên xwe û rûbirûyî gelek kêşeyan bûne û hîna jî rûbirûyê gelek zehmetiyan dibin, ji bilî zehmetiyên kevneşopî ku rû bi rû ne, ya herî girîng cudahiya di navbera wan û mêran de, û çanda ku di bin serweriya nerîna kêm de ne.

Jin bûne qurbaniyên şert û mercên giran ku mirov û kevir wêran kirine, bi taybet li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Di erdnîgariyeke din a Sûriyê de jinên Sûriyê bûne sernavê rêxistinbûn, berxwedan û destkeftiyan, bi taybetî ya ku jinên bakur û rojhilatê welat di aliyê rêxistinî, îdarî, siyasî û leşkerî de bi dest xistine, bi destxistina hinek mafên xwe û gihîştina wan bi astên pêşeng û serkirde di şoreşê de.

 

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, em roja cîhanî ya jinê li hemû jinên Sûriyê û jinên cîhanê pîroz dikin; û em tekezî li ser pêwîstiya hêza siyasî ya jinan û beşdarbûna wan di pêvajoya aştî û avakirinê de dikin; Herwiha em bang li hemû jinên Sûriyê li hemû herêmên cuda yên Sûriyê dikin ku bikevin nava hewldanan da ku bibin dergehek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û gihiştina Sûriyeke nenavendî, demokratîk, piralî, Sûriyeke ji bo hemû Sûriyan, Sûriyeyeke ku tê de mafên jinan bên parastin.

Her sal û hemî jin bi xêr bin
7’ê Adarê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me