Di 20’ê Çileya 2022’an de, çekdarên girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşeke terorîstî li ser zindana El-Sînaa li bajarê Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîn, ku bû sedema alozî û şer û pevçûnên li hundir û derdora girtîgehê bo deh rojan, di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbûn girtîgehê kontrol bikin, gelek ji wan girtin û pêdeçûna yên reviyane kirin.
Vê bûyerê guhertineke metirsîdar çê kir derbarê metirsiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser ewlekarî û aramiya Sûriyê, û karînên rêxistinê ji nû ve vejandina rêzên xwe û birêxistinkirina endamên xwe bi rêya şanên ku li herêmê ava kirine, nîşan da, herwiha wê rêxistinê careke din tekez kir ku ew dest ji projeya xwe ya Xìlafetê bernade, û ew dixwaze erdnîgariyek bidest bixe ku navenda wê be ji bo belavkirina edyolojiya xwe, û kontrola xwe bisepîne.
Rêxistinê ji hewaya siyasî ya navneteweyî ya ne aram û nakokiyên hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn, Ewropaya Rojhilat û Afrîkayê sûd wergirtiye û bi taybetî rewşa nakokiyên di navbera aliyên nakok ên herêmê de li ser Sûriyê û negihîştina ti pêşketinekê di warê çareseriya siyasî de, herwiha astengkirin û polîtîkayên neçareseriyê yên ku bi rêyên navdewletî têne çêkirin li Cinêv û Astana, û ji dijminatiya hêzên herêmê yên bi pêşengiya Tirkiyê ji projeya xweseriya demokratîk re sûd werdigire, herwiha sûdmend e ji êrîşên artêşa Tirkiyê û berdewamiya êrîşên wê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk, û endamên rêxistinê ji karînên xwe yên liv û tevgerê li navçeyên ku Tirkiyê dagîr kirine û ji aliyê çekdarên wê ve tên birêvebirin, sûd wergirtin, atmosfera siyasî ya ne aram li Iraqê piştî hilbijartinên dawiyê bû derfetek ji rêxistinê re ku êrîşên xwe yên terorîst li ser hêzên Iraqî pêk bîne hevdem bi hewildanên serbest berdana girtiyên xwe ji girtîgeha Hesekê.
Ji aliyekî din ve, desthilata Şamê hewl da ku sûdê ji êrîşên terorîstî werbigire û çarçoveya bûyerê bi pîlanekê biguherîne, da ku nakokiyan di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê de gur bike, bi rêya hevsorkirina berdewam û gurkirina nakokiyên etnîkî, piştî têkçûna Projeya desthilatdariyê ya ku bi navê lihevhatinê tê binavkirin, hewl da ku weke alternatîfa ji çareseriya siyasî, ji bo ji nûve ferzkirina desthilata xwe.
Meclisa Sûriya Demokratîk di dema ku kiryara terorîstî ya tirsonek û her êrîşekê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk şermezar dike, rola qehremanane ya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bilind dinirxîne, û pesna rola sivîl, êl û hêzên siyasî yên ku piştgiriya hêzên Sûriya Demokratîk “QSD” kirin di şerê zindana El-Sînaa ya Hesekê de.
Di heman demê de ku Meclis sersaxiyên xwe yên kûr ji malbatên şehîdan û qurbaniyan re dixwaze, ew bang li hemû Sûriyan li seranserî Sûriyê dike ku bi yekdengî rawestin li hember hewlên vê rêxistinê bo vegerandina kontrolê li ser civaka Sûriyê bi rêya tirsandin û terora xwe.
Herwiha Meclis êrîşên Tirkiyê yên ku roja Sêşemê 1ê Sibatê li gundê Gir kendal li gundewarê bajarê Dêrikê, bi armanckirina welatiyên sivîl û navenda elektrîkê ya ku di encamê de hejmareke şehîd ketin, herwiha wêrankirina wê stasyonê şermezar dike, û bang li Hevpeymaniya navdewletî dike û di serî de Emerîka û Rûsiya bo rakirina berpirsiyariyên xwe di rêkeftinên agirbestê de di Cotmeha 2019’an de, û bang li Konseya Ewlekariyê dike ku destwerdanê bike da ku dawî li polîtîkayên êrîşkar ên Tirkiyeyê yên li herêmê bîne.
Meclis herwiha hewildanên desthilata Şamê ji bo çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de red dike, û bang li civaka navdewletî dike ku hestiyariyeke zêdetir li hember metirsiya DAIŞê nîşan bide, û tiştên pêwîst ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê pêşkêş bike, di heman dema ku Meclis bang li civaka navdewletî dike ku çareseriyek hevbeş ji pirsgirêka malbatên rêxistinê re li kampan bibîne, ku ev bargiraniyek e, Meclis tekezî li ser giringiya avêtina gavên rasteqîne û cidî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî mekanîzmayên li ser bingeha referansên Neteweyên Yekbûyî dike, ku di serî de biryara 2254 e, bi awayekî ku nûnertiyeke dadmend ji hemû gelê Sûriyê re misoger dike, û tekez dike ku çareseriya siyasî û bidestxistina veguheztina demokratîk rêya tekane ye ji bo kirîza Sûriyê ji bo pêkanîna ewlekariyê û aramiyê û rêgirtina li ber vejandina rêxistina terorîst a DAIŞê.
3’ê Sibatê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk