Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

20ê Çile; Çaremîn salvegera destpêkirina êrişên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û gundewarên wê ye, ku bi dagîrkirina bajar û tevahiya navçeyên wê bi dawî bû, piştî berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriyê, ku hemû çek bikar anîn, ji bo şikandina îradeya xelkê herêma Efrînê ku kar û barên xwe bi rê ve dibirin, û piştî dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên girêdayî wê ve, ev navçe di qonaxa xwe ya herî metirsîdar re derbas bû, û dagîrkirina bajêr, bû qonaxeke zivirîneke metirsîdar di dîroka krîza Sûriyê de.

Û rêze gefên berdewam li ser yekparçeya xak û serweriya Sûriyê berdewam kir, li ser bingeha siyasetên sîstematîk ên tirkkirinê û zincîreya tawan û binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelê xwecihî li Efrînê, ku hîna jî karesata wê wek berdewam e bi kuştin, îşkencekirin revandin, talankirin û desteserkirina mal û milkan li hundirê Efrînê.

 

Herwiha li herêmên Şehba li derdora Efrînê, têkoşîna jiyanê di kampên koçberan de di rewşeke mirovî ya dijwar de berdewam e ku zehmetiya wê tenê bi hêviyên vegerê tê aramkirin, û heta niha bernameyên Neteweyên Yekbûyî li xwe negirtiye ew kampên awareyan li herêmên Şehba, tevî ku binpêkirinên li Efrînê bi awayekî sîstematîk tên asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê, herwiha siyaseta sîstematîk ya guhertina demografîk li dijî nişteciyên wê yên resen ên kurd, wek ku ji aliyê rêxistin û komîteyên mafên mirovan ve hatiye belgekirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk bang li civaka navdewletî û welatên erebî dike ku li dijî siyaseta berfirehkirina Tirkiyê ya ku metirsiya wê tenê bi serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê re namîne, herwiha daxwaz dike ku berpirsyariya xwe li hember rewşên mirovî yên dijwar li Efrînê û gundewarê wê nîşan bidin.

Her wiha Meclisê tekez dike li ser pêwîstiya lêkolînkirina tawan û binpêkirinên ku di bin sîwana rêjîma Tirkiyê de pêk tên, û redkirina siyasetên Tirkiyê yên ku armanca wan parçekirina parçeyên Sûriyê û armanckirina pêkhateya siyasî û çandî ya civaka Sûriyê bi ferzkirina Ziman û sembolên Tirkî, Encûmen her wiha bang li hemû hêzên Sûriyeya demokratîk dike ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê û derxistina komên selefî û cîhadî û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di bin nav Opozisiyonê de hatine avakirin, hevkariyê bikin û radestkirina wan bo dadgehên navneteweyî û ragihandina Tirkiyê wek hêzeke dagîrker, Meclisê herwiha dubare daxwaz ji sûriyan dike kar bikin ji bo serxistina diyalog niştîmanî û xurtkirina eniya hundir ber bi nêzîkatiyên niştîmanî bo karê bidawîkirina dagirkeriyê û tunekirina terorê ber bi avakirina Sûriya nûjen li gorî bingehên şaristanî ku dûrî sitemkariyê ye û rêzê li piralîbûnê digire li ser bingeha sîstemeke demokratîk û nenavendî.

19 Çile 2022
Meclîsa Sûriya Demokratîk

Follow Me